Mihemed Îsmaîl: Danûstandin li ser bingeha rêkevtina Duhokê bi başî birêve diçin

04-08-2020
RÛDAW
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl behsa danûstandinên  Kurdî-Kurdî dike
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl behsa danûstandinên Kurdî-Kurdî dike
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS Mihemed Îsmaîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Berpirsê Îdarî yê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku qonaxa duyem a danûstandinên di navbera wan û  Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) de destpê kir. Mihemed Îsmaîl herwiha diyar kir ku heta niha danûstandin bi başî dirêve diçin.

Berpirsê Îdarî yê Polîtboruya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Mihemed Îsmaîl diyar kir qonaxa duyem a danûstaninên di navbera aliyên siyasî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê  ENKS û PYNKê de destpêkiriye û xalên gotûbêjan ên cîbicîkirinê ne û li ser bingeha rêkevtina Duhokê bi başî birêve diçin û heta niha ti astengî li ber wan çênebûne.

Îsmaîl da zanîn ku heta niha gelek gavên baş hatine avêtin û got ku ew weke herdu aliyên sereke yên siyasî pêwîstî bi wê yekê heye ku ev rêkevtin bi cidî be û encamên baş jê derbikevin.

Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya PDK-Sê amaje kir ku ew mijara damezrandina Encumena Serkirdetiya Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê dinîrxinin û wiha pê de çû: “Em niha li ser eger serkirdayetiyeke hevbeş a Kurdî çê be, çi warê siyasî, çi warê îdarî û leşkerî de be, ka erkê wê dê çi bin û çawa pirsgirêkan çareser bikin dinirxînin û divê li ser van xalan rêkevtineke cidî hebe. Divê komîteyên bêne damezrandin cidî bin ne ku piştre hemû bêne hilweşandin.”

Bi gotina Îsmaîl di navbera herdu aliyan de hêdî hêdî bawerî vedigere û ew dixwazin xalên rêkevtinê cîbicî bikin û hebûna dewleteke mezin weke Amerîkayê navbeynkar derfeteke baş e daku danûstandin biser bikevin.

Mihemed Îsmaîl da zanîn ku Amerîka ti daxwazên xwe li ser wan ferz nake, lê li ser xalên ku lihevkirin çêdibe ew dibe garantorê ku wan weke herdu aliyên siyasî yên sereke çavdêriya Amerîkayê qebûl kirine.

Derbarê proseya danûstandinan de jî Îsmaîl got: “Xala herî girîg a beşa siyasî bû û me ew xal derbas kir. Gav bi gav niha derbasî xalên din jî dibin, lê hêj zehmetî hene weke xalên em bikaribin bi hev re kar bikin û em hêj negihiştine wê qonaxê. Herdu alî hema hema tevahiya aliyan gelek dûrî hev bûn, lê niha gavên baş avêtine û ew dibin bingeheke baş.”

Destpêkê danûstandin bi nehênî û bi serpereştiya Amerîka bangawaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî di navbera herdu aliyên sereke yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hatibûn destpêkirin û piştre jî ew danûstandin ji aliyê herdu aliyên ve bi fermî hatibûn piştrastkirin.

Di 16ê Hezîranê de şandeyên ENKS û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga Kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de.

PYNK û ENKS bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî û Şanderê Amerîkayê yê bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê William Roeback daxuyaniyeke hevbeş dabû û diyar kiribûn, ku qonaxa yekemîn a danûstandinan bi awayekî serkevtî bi dawî bûye û ew gihîştne nêrîneke siyasî ya hevbeş.

Derbarê dansûtandina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, Mazlûm Kobanî jî di peyamekê de ragihandibû, ku qonaxa yekem a wan danûstandinan bi awayekî serkeftî bidawî bûye û ew dê di demeke nêzîk de dest bi qonaxa duyem bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst