Li herêma Cizîrê ji ber Covid-19ê qedexeya hatin û çûnê hat ragihandin

04-08-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê bo dema du hefteyan qedexeya giştî ya hatin û çûnê ragihand û herwiha tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ji bilî yên xizmetguzariyê tên girtin.

Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku, ji ber zêdebûna hêjmara nexweşên koronayê Komîteya Aloziyê ya Tendirustiyê, li heremê biryara qedexeya giştî ya çûn û hatine da.

Li gor daxuyaniyê qedexe ji roja Pênşemê 6ê Tebaxa 2020an demjimêr 06:00 an destpêdike û heta roja Pênşema ê 20ê Tebaxê heman demjimêrê bi dawî dibe.

Dikanên û marketên xwarinê, meywfiroş, firinên giştî û taybet, dermanxane, stasyonên sotemeniyê, otomobîlên veguhestina madeyên xwarinê û tenduristiyê, rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê nakevin li ber qedexeyê.

Herwiha hêsankirina çûyîn û hatina cotkaran di nava zeviyan de bi şertê pêkanîna rêgezên tenduristiyê tê kirin.

Navendên tenduristiyê û cihên pişkinînan, di dema qedexeyê de saet ji 11:00an heta saet 15:00an têne vekirin.

Saziyên Fermî yên Rêveberiya Xweser, ji bilî Şaredariyan û Komîteyên elektirîkê, avê, saziyên tendirustiyê, saziyên sûtemeniyê û yên ragihandinê, yên din tev tên girtin

Hate gotin ku kesên rênimayên qedexeya derketina derve û tedbîrên xweparastinê binpê dikin, dê li gorî yasua derbarê wan de lêpirsîn were kirin.

Ev yek di demekê de ye ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê li gor amarên fermî 8 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dibistanek li Bedlîsê / Wêne: AA

Li 14 parêzgehan dibistan hatin girtin

Li 14 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê îro dibistan hatin girtin.