Merasîma salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî birêve çû

04-08-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Komkujiî Duhok
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li Duhokê bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Seroka Parlementoya Kurdistanê, Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û çend kesayetan salvegera komkujiya Kurdên Êzdî hat bibîranîn.

 

Li bajarê Duhokê îro Yekşemê (04.08.2019) merasîma bibîranîna salvegera komkujiya Şingalê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoya Kurdistanê Rewas Fayeq, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û nûnerên çend welatên ku nûnertiya wan li Herêma Kurdistanê hene û çend kesayetan dest pê kir.

 

Merasîm li jêr dirûşma “Şingal ji cenosayda  ber bi avabûn û jiyanê ve” birêve diçe û biryar e çend gotar û çalakiyên hunerî jî hatin pêşkeşkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî: Armanca dijminan derxistina Êzdiyan ji welatê wan e

 


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand, cenosayda ku DAIŞê bi ser Kurdên Êzidî aniye, di dîrokê de tiştekê bê mînak e û di rojên yekem ên wê êrîşê de 2936 jin û zelam û zarokan canê xwe ji dest dan û hemû di gorên bi komî de hatine binaxkirin. 

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku niha 80  gorên bi kom û bi dehan gorên yek kesî hatine dîtin û 2 hezar 745 zarok êtîm bûne û herwiha 68 mezarên Kurdên Êzdiyan jî hatine teqandin.

 

Barzanî herwiha got: Em baş wê yekê dizanin ku armanca dijmnina bê omêdkirin û derxistin Kurdên Êzdiye ji ax û welatê bav û kalên wan û têkdana bi hevre jiyana xelkê Kurdistanê ye. Dijmin dixwazin Kurdên Êzdî derbeder bikin û kultor û ziman û axa xwe bi hêlin, lê em dê alîkar bin ku hemû welatiyên Kurdên Êzdî li welatê xwe li Kurdistanê bimînin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê di heman demê de ragihand ku wan ofîseke taybet ji bo rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî vekiriye û heya niha 2 hezar û 225 jin û keçên û hezar û 84 zelam û kurên  Kurdên Êzdî hatine rizgar kirine. 

 

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê biryar parlamentoya Kurdistanê  ku roja 3 tebaxê bi roja komkojiya Kurdên Êzdî dayiyar kirye ragihand, biryareke cihê xwe de ye û divê  li Iraqê û li ser asta navdewletî jî ev karesate weke cenosay bê naskirin.

 

Barzanî herwiha da zanîn ku ew niha hewl didin navçeya Şingalê bibe parêzgeh.

 

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Fermana sala 2014an de heya niha berdewam e

 


Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ji aliyê xwe ve gotarek pêşkêş kir û ragihand, fermana sala 2014an de heya niha berdewam e ji ber ku nêzîkî 360 hezar Kurdên Êzdî koçber in, herwiha heya niha tawanbarên wê komkujiyê nehatine dadgehkirin.

 

Mîr Hazim Tehsîn Beg got, pêwîst e civaka navdewletî çareseriyeke guncaw bo Şingalê bibîne û daxwaz ji hikûmeta Kurdistan û Iraqê kir ku idareyeke rewa bo Şingalê ava bikin

 

Nûnera Neteweyên Yekbûyî: Rewşa Şingalê gelek xirab e




Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ji berdewambûna rewşa xirab a koçberên Kurdên Êzdî û neavedankirina navçeyên wan dilgiran e.

Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand ku di dema serdana xwe bo Şingalê de, serdana gundê Koço û Çiyayê Şingalê kiriye  û dibêje heya niha rewşa wê navçeyê xirab e û ti xizmetguzarî jî  lê nîne.

Hennis-Plasschaert got: “Duh min  careke din serdana navçeya Şingalê û gundê  Koço kir, ez li wê yekê mukir têm ku  ji ber wê wêraniya mezin a ku heta niha li wê navçeyê heye,  matmamyî mame. Derfeta min hebû ku li gel hejmareke zelam û jinên  rizgarbûyî biaxvim, ew wisa hest dikin ku bi tenê mane û hemû kes ew hiştine. Di demekê de Iraq welatê wan e, ew pirsiyarê dikin gelo desthilata Iraqê  piştî çendîn salan ji rizgar bûna wan,hêj  wan weke  welatiyên Iraqê dibînin ya na? Ew çiyayên ku  dema beri 5 salan bo wan bibû pena , heya niha tije konên koçberan e.”

 

 

Di destpêka merasîmê de grûpeke muzikê ya Kurdên Êzidî çend stran derbarê komkijiyên li dijî Kurdên Êzidî pêşkeş kirin. Piştre Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî gotarek pêşkeş kir û bixêrhatina mêvanan kir.

 

 

 

Di civîna duh de, Parlamentoya Kurdistanê bi fermî roja 3ê Tebaxê weke roja “Cenosaydkirina Kurdên Êzidî” nas kir.

 

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin. Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

 

 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst