Bi beşdariya rayêdarên Kurdistanê salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî tê bibîranîn

04-08-2019
RÛDAW
Merasîmeke taybet li Lalişê birêve diçe
Merasîmeke taybet li Lalişê birêve diçe
Nîşan Kurdên Êzidî Komkujiî Laliş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Lalişê bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Seroka Parlementoya Kurdistanê, salvegera komkujiya Kurdên Êzdî tê bibîranîn.

 

Derbarê biryara Parlementoya Kurdistanê bi naskirina 3 Tebaxê weko roja Cenosayda Kurdên Êzidî Qayimeqamê Şingalê Mihema Xelîl got, ew biryareke baş e, û pêwsît e aliyên Iraqê li Cenosayda Êzidiyan mikur bên.

 

Bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Seroka Parlementoya Kurdistanê û nûnerên welatan, rêûresma salvegera Komkujiya Kurdên Êzdî, li Laleşê birêve diçe.

 

Biryara parlementoyê, ji çend birgeyan pêk hatiye, ji wan jî, daxwaza qerebûkirina qurbaniyan û avakirina Şingal û derdorê.

 

Şêwirmendê Parlamentoya Kurdistanê ji bo Karûbarên Kurdên Êzdî, birayrê bi karekî girîng binav dike.

 

Mihema Xelîl, ji Rûdawê re ragihand ku: "Biryara Parlementoya Kurdistanê tiştekî gelekî baş e. Dibe li ser Cenosayda Êzdiyan ji bo Dadgeha Navdewletî bê bikaranîn. Pêwsît e aliyên Iraqê li Cenosayda Êzdiyan mikur bên. Divê proseya dadgehkirina DAIŞiyên girtî destpê bike."

 

Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo Karûbarên Kurdên Êzdî Şêx Şamo dibêje: “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Iraqê dest bi diyalogê bike, ji bo qerebûkirina Kurdên Êzdî yên ziyan ji destê DAIŞê gihiştiye wan.”

 

Di civîna duh de, Parlamentoya Kurdistanê bi fermî roja 3ê Tebaxê weke roja “Cenosaydkirina Kurdên Êzidî” nas kir.

 

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin. Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst