HDP, DTK û HDK li Amedê nexşerêya xwe eşkere dikin

04-08-2019
RÛDAW
Nîşan HDP DTK HDK Nexşerê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DTK, HDK, HDP û hemû hevbeşên wan bi beşdarbûna hevserokên şaredariyan îro Yekşemê 4ê Tebaxê bo raya giştî daxuyaniyeke hevbeş didin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna Desteya Rêveberiya Navendî eşkere kir ku li Amedê civiya bû. HDP, di çarçoveya wê encamnameyê de ligel Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civiya. Hat zanîn ku di civînê de, rojeva Tirkiyê hatiye gotûbêjkirin û hinek biryarên girîng hatine wergirtin.


Biryarên ku di vê civînê de hatine wergirtin, di 1emîn Konferansa Rêxistina Navendî ya HDPê de ku li Amedê berdewam e careke din hatin nîqaşkirin.

 

Di vê çarçoveyê de, HDP, HDK, Kongreya Demokratîk a Gelan (DTK) û hemû hevbeşên wan, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Encûmena Partiyê, Encûmena Jinan a HDPê, parlamenterên HDPê, hevserokên şaredariyan, hevserokên rêxistinên bajaran ligel 800 delegeyên beşdarê konferansê îro Yekşemê 4ê Tebaxê li Amedê civîneke çapemeniyê saz dikin.


Di civîna hevbeş a çapemeniyê de HDP dê nexşe-rêya xwe ya siberojê eşkere bike û derbarê pêşhateyên li Tirkiye û deverê helwêsta xwe diyar bike. Tê çaverêkirin ku bo partiyên opozisyonê, desthilat û raya giştî peyamên girîng bên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst