Mas: Komkujiya Şingalê bîreweriyeke pir dilêş e

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Fransayê li Herêma Kurdistanê Dominique Mas got ku karesata Êzdiyên Şingalê ji bo wî bîreweriyeke dilêş e û da xuyakirin ku welatê wî herî zû alîkariyên pêwîst ji bo Êzdiyan pêşkêş kir. Herwiha tekez kir ku ev alîkarî dê berdewam bin.

 

Dominique Mas bi hilkefta çaremîn salvegera komkujiya Êzdiyên Şingalê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got: “Roja 3yê Tebaxê wek kes ji bo min bîreweriyeke zehmet û nexweş bû, ji ber ku wê demê hîn ez nehatibûm Kurdistanê, min li Parîsê li navenda kirîzan kar dikir. Dema ku me yekemîn zanyarî wergirtin û dîmenên koçberiya Êzdiyan ku belgeyên seretayî bûn li ser tawanên ku li dijî wan hatibûn kirin, dîtin, tê bîra min ew kêliyeke pir bibandor û tirsbexş bû.”

 

Mas da xuyakirin, ku di wê demê de Fransayê yekemîn alîkariyên mirovî ji bo Êzdiyan pêşkêş kir û wiha axivî:

 

“Em pir bilez tevgeriyan û li gel endamên Hevpeymaniyê me pêdawîstiyên jiyanê gihandin Çiyayê Şingalê û alîkariyên bilez pêşkêş kirin li Dihokê û tevahiya herêma Kurdistanê. Îro jî em berdewam in di pêşkêşkirina alîkariyan de, bi taybet di warê tendirustiya derûnî de, ji ber ku xelk pir şok bûbûn ji wê karesta ku bi ser wan de hatibû. Lewre em, wekî nimûne, kar li gel birêveberiya tendirustiyê ya Dihokê dikin da ku em rewşa derûnî ya xelkê pişopînin û alîkariya wan bikin û her wiha jî alîkariya zarokan di biwarê geşeya civakî de dikin.”

 

Konsulê Fransayê anî ziman ku tişta bi serê Kurdên Êzdî de hatiye “trajediyayeke berdewam e” û got: “Ji ber ku mixabin,  Êzîdiyan nekariye bi tevahî vegerin Şengalê. Hin ji wan nikarin êdî di vê derdorê de bijîn û wan rêya penaberiyê hilbijartiye, me pêşwaziya hinan ji wan li Fransa kiriye, lê li hin welatên din jî hatine pêşwazîkirin, em ê di vê yekê de jî berdewam bin. Lê bêguman cihê wan li vir e, cihê wan wekî Xiristiyanên rojhilat li vir e li ser xaka wan e, li tenişt perestgehên wan e, li tenişt goristanên bav û galên wan e, li gundên wan e. Ji lewre em her tiştê dikin û em ê berdewam bin jî da ku bikarin bi rûmet li cihên xwe vegerin û cîgîr bibin. Li Şingalê, li gundan, li cihên ku berê lê niştecî bûn. Ji ber wiha jî divê alîkariya wan ji bo vegerê bê kirin, lê divê selametî û ewlehiya wan jî bê garantîkirin”.

 

Mas balkişande ser wê yekê ku hîn jî DAIŞ bi temamî têk neçûye û wiha berdewam kir:

 

“Em dizanin ku ji 6 hezar Êzdiyên ku van çend salan hatibûn revandin, hîn dibe ku 3 hezar ji wan dîl mane. Mixabin dibe ku gelek ji wan miribin. Bêguman em xemgîniya xwe ji wan hemû kesên ku bi şêweyekî hovane hatin kuştin ji destpêka êrîşa DAIŞê ve û di nava van 4 salanên borî de, me pir xema wan kesan xwariye ku heta niha li cem DAIŞê dîl mane. Em ê her tişta ji destê me bê li gel doston xwe yên iraqî û hemû xwedî îradeyên xêrê bikin da ku em wan ji wê dojehê rizgar bikin û bihêlin ku li jiyana xwe vegerin. “

 

Dominique Mas qala dadgehkirina tawanbarên komkujiyê û herwiha mehkûmkirina îdeolojiya ku rê ji vê karesatê re vekiriye, kir û wiha axivî:

 

“Ez bawer im ku tişta girîng, tişta cewherî ew e ku dadmendî li wan bê vegerandin, dadmendî li hember tişta ku bi serê wan hatî, li hember tawana ku li dijî wan hatiye kirin, bi taybet jî di çarçoveya proseyeke aştbûnê de. Mirov nikare aşt bibe, eger di nava xwe de hest bike ku qurbaniya stemê ye.

 

Eger em bixwazin ku Êzdî bikaribin sibe ligel cîranên xwe yên hemû pêkhateyên din ji nû ve bijîn, divê hemû bi hev re li pêş wan dan bi vê tawanê bidin ku ew qurbaniya wê bûn. Bi taybet jî , divê ne tenê kes werin dadgehkirin û hukumkirin, wekî ku çawa niha hikûmeta federal a Bexdayê dike û kesên terorîst dadgeh dike û hikum dike, lê divê ev îdeolojiya ku hiştiye ev kes vê tawanê encam bidin were mehkûmkirin. Ez nikarimin bawer bikim ku ev îdeolojî Îslam e, ev îdeolojiya ku ew bikartînîn bi temamî cuda ye ji Îslama ku em nasdikin û rêzê lê digirin.

 

Heta ku ev îdeolojî neyê mehkûmkirin, wekî çawa li Almanya nazîsm hate mehkûmkirin, li Kambodya Xemêrên Sor hatin mehkûmkirin, tawanên li  Rûwanda hatin mehkûmkirin, wekî çawa di çarçoveya proseyeke aştbûnê de li Başûrê Afrîqiyayê, tawanên Apartheid hatin mehkûmkirin. Heta ku ev kar neyê kirin û dadmendî neyê cîbicîkirin, xelk nikarin ji nû ve li gel cîranên xwe bijîn û entegre bibin û aşt bibin. Bi rastî ev e tehdaya bingehîn ji bo Îraqê di nava 5 heta 10 salên bê de.”