Konsulê Brîtanyayê: Kujerên Kurdên Êzdî dê werin darizandin

04-08-2018
RÛDAW
Konsulê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Martin War
Konsulê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Martin War
Nîşan Brîtanya Martin War Konsul Kurdên Êzdî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Martin War ragihand ku bi destpêşxeriya Brîtanyayê, Neteweyên Yekbûyî dest bi wê yekê kiriye ku belgeyên li dijî wan kesên ku li hember Kurdên Êzdî komkujî encam dane berhev bikin û werin darizandin.

 

Di salvegera êrişên DAIŞê yên ser Şingalê, komkujî û revandina Kurdên Êzdî de Konsulê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Martin War bi daxuyaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand: “Ez dixwazim bi taybetî balê bikşînimser wê yekê ku Brîtanya bûye rêberê kampîna navdewletî li Neteweyên Yekbûyî û bi xwe re jî biryara 2379 a Encûmena Asayişa Navdewletî aniye daku DAIŞ weke berpirsyar were dîtin.”

 

Martin War diyar kir: “Piştre jî derbarê wan tawanên dilreq û neşîrîn û kirêt ên DAIŞê ku encam dane de zanyarî û belge hatine berhevkirin û di encamê de jî çendîn kes dê li ser wan bêne dadgehîkirin.”

 

Konsulê Brîtanyayê Martin War li ser hewldanên welatê xwe yên derbarê vê mijarê de got: “Brîtanya bi taybetî jî di wê yekê de rola sereke lîstiye ku ev biryar were pesendkirin û ew erkên xwe yên li Neteweyên Yekbûyî jî birêkûpêkî encam bide û ev yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye destpêkirin. Em bi wê yekê gelek serbilind in, ji ber ku me kariye wisa bikin ku kesên tawanbar ên li hember komkujiya Êzdiyan bêne darizandin. Ez bi taybetî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesên din ên li Herêma Kurdistanê dikim ku hewlên taybet dane jib o piştgirîkirina civaka Êzdiyan di nav van çar salên derbasbûyî de ku demeke gelek zehmet derbas dikirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst