Kerkûk dikele, bazar û kolan vala ne

Kerkûk (Rûdaw) –  Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, bilindtirîn pileya germê ya îsal hate tomarkirin. Rêvebera Keşnasî ya Kerkûkê jî dibêje, germa nav bajêr her dem yek an jî du pile germtir e.

 

Pêleke nû ya germê li bajarên Başûrê Kurdistanê girtiye. Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Keşnasî ya Kerkûkê, pileya germê li vî bajarî di navbera 49 û 50 pileyan de ye. Herwiha ev germa dê heta îneke din jî berdewam bibe.

 

Rêvebera Keşnasî ya Kerkûkê Sefan Ebdulkerîm ji Rûdawê re ragihand: “Pileyên germê li navçeyên bakurê Iraqê digihin 49 û 50 pileyan. Îro li Kerkûkê jî 49 pile ye. Germa digihe 50 pileyan û ev bilintirîn pileya îsal a hatiye tomarkirin e. Lê niha Navenda Keşnasî ya Xaneqînê 52 pile tomar kiriye û Xaneqîn niha navçeya herî germ e.”

 

Kasibkarên Kerkûkê ji bo xwe ji germê rizgar bikin hemû rêyan diceribînin. Lê ev jî nabe çareserî.

 

Hemwelatiyê bi navê Îbrahîm Ebdurehman dibêje: “Eger ne mûberrîde be, em nikarin di bin sîberan jî rawestin. Birastî nayê tehemûlkirin.”

 

Kasibkarekî din dibêje, ew sebze û fêkiyên xwe bi roj difiroşin lê dema dibe şev diavêjin, ji ber ku heta êvarê li ber germê sebze û fêkî dirizin.

 

Ji ber bilindbûna pileya germê, eger karekî pir bi pêwîst nebe, hemwelatiyên Kekrûkê ji malên xwe dernakevin. Lewma di nava rojê de bazar vala ne.