Xelkê Cizîr û Geverê daxwaz pêşxistina bajarê xwe dikin

Cizîr (Rûdaw) – Niqaşên derbarê pêşnûmeyê ku Colemêrg û Şirnex ji parêzgehbûnê têne derxistin de berdewam in.

 

Roja 2yê Tebaxê parêzgehbûna Cizîra Botan û Geverê bi pêşnûmeyeke qanûnî ket rojeva Parlamentoya Tirkiyê. Piştî ku ev pêşnûme bê erêkirin, dê Colemêrg û Şirnex ji parêzgehbûnê bên derxistin û bibin qeza.

 

Li şûna wan jî dê Cizîra Botan û Gever a ku niha qeza ne, dê bibin parêzgeh.

 

Herwiha navê Colemêrg ku niha Hakkarî ye dibe Çolemerîk, navê Şirnex a ku niha Şirnak e dibe Nûh.

 

Xelkê Cizîra Botan bi parêzgehbûna dilxweş in. Herwiha tê payîn ku bi parêzgehbûna Cizîr Botan re aborî û bazirganî li vî bajarî geş bibe û bibe navendeke girîng.

 

Cizîra Botan  li ser rêya hevrîşimê wekî navendeke girîng e û bi sed salan paytextî ji mîrnişînên Kurdî re kiriye.

 

Li gor kargêr û bazirganan bajarê ku xwediyê pêgeheke taybet e, bi parêzgehbûnê re dê dîsa geş û zindî bibe.

 

Serokê Jûra Bazirganî ya Cizîrê Suleyman Çagli ji Rûdawê re wiha got:

 

“Îro tu dema lê dinêre Rêya Hevrîşimê di vir re derbas dibe. Niha deriyê Îbrahîm Xelîl (Deriyê Xabûrê) di navbera Bakur û Başûr pireke girîng û delal e. Piştî Almanyayê bazirganiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê herî zêde li ser vî derî tê kirin. Cizîr di warê erdnîgarî de jî di warê veberhênanê de ji bo pêşkeftinê guncav e. Cizîr bi dîrok û çanda xwe ji mêj ve zêdetir parêzgehbûn heq kiribû.”

 

Welatî bi parêzgehbûna Cizîrê dilxweş in. Lê belê kêfxweşiyeke dilşikestî. Ji ber ku di hundirê sala dawîn de Şirnex jî bi kêmanî qasî Cizîra Botan wêran bû.

 

Welatiyê bi navê Erkan Egitmiş jî got: “Bi Xwedê Cizîr bibe parêzgeh ji me re jî pir baş dibe. Ji bo îş û kar jî pir baş dibe. Hingê em êdî betal namînin.”

 

Serdar Uzun jî wiha axivî: “Ji ber parêzgehbûn ji Şirnexê hat sitendin, hinek şahiya me kêm e. Lê belê ji bo Cizîrê ji bo devera Cizîrê parêzgehbûn tiştekî gellek gellek baş e.”

 

Welatiyê bi navê Abdurehîm Nûr jî anî zima  jixwe dema Cizîr bibe parêzgeh di warê aboriyê de dê pir baş be û jixwe Cizîr ji berê de ji serdema Bedirxaniyan ve bajareke girîng û dêrin e.”

 

Beriya sala 1990î Şirnex qezayeke ser bi Sêrtê bû, Cizîra Botan jî girêdayî parêzgeha Mêrdînê bû. Digel ku Cizîr gellek ji Şirnexê mezintir bû jî ji ber hincetên ewlehiyê rêveberiya Tirkiyê Şirnex weke parêzgeh destnîşan kiribû.

 

Ji aliyê din ve duh bi hezaran hemwelatiyên Şirnexî li binya Şirnexê kom bûn pêşnumeya Hikûmeta Tirkiyê protesto kirin.

 

Li wê derê Serokê Komeleya Civakî ya Şirnexê Ekrem Bayik gotarek pêşkêş kir û got, ew ne li dijî parêzgehbûna Cizîrê ne lê belê bila Şirnexê ji parêzgehiyê derxistin.