Tirbespiyê: Şerên dijwar navbera YPG û grûbên Îslamî de rûdidin

Tirespiyê (Rûdaw) – Ev çend roje şer û pevçûnên dijwar li gundên kurdan ên dikevin başûrê bajarokê Tirbespiyê yê rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûbên îslamî de çêdibin. Li gor statîstîkên YPGê, 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, 70 çekdarên girêdayî Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslam li Iraq û Şamê hatine kuştin.