Li Amedê hestiyên 6 zarokan hatin dîtin

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Pasûr Kanika Hestiyên Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya Amedê di kaneke keviran a kevin de hestiyên 6 zarokan hatin dîtin.

Par jî li heman qadê hestiyên 54 zarokan hatibûn dîtin.

Li gundê Kanîkayê yê Pasûrê beriya çend salan xelkê wê navçeyê li devera ku niha kolandin tên kirin sikeyeke dema Bîzansan dîtibû.

Piştî wê di sala 2021ê de Rêveberiya Muzexaneya Amedê li wê navçeyê bi beşdariya 15 pispor û 40 kesî dest bi kolandinan kir.

Par li qada ku xebat lê dihatin meşandin goristanek hat dîtin.

Li goristanê 54 zarokên ku temenê wan di navbera 0-6 salî de lê hatibûn veşartin hat dîtin.

28ê Hezîrana 2024an li heman cihî xebatên kolandinê dîsa dest pê kir.

Di encama xebatên îsal de gorên 6 zarokên din jî hatin dîtin.

Bi vî awayî hejmara gorên zarokan ên ku hatine dîtin bû 60.

Hestiyên ku hatîn dîtin li Muzexaneya Amedê tên parastin.

Eger şert û mercên hewayê guncaw bin dê kolandin heta dawiya salê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst