Li Girtîgeha Sîlîvriyê 250 girtî bi jehrê ketin

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan Girtîgeha Sîlîvriyê Girtî Bijehrêketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parezerên Komeleya OHDyê ragihand ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê derdora 250 girtiyî ji ber xwarinê bi jehrê ketine.

Parezerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) ragihand ku hinek ji muwekilên wan ên li Girtîgeha Girtî ya Sîlîvîriyê dîminin pêwendî bi wan re kiriye û ji wan re gotiye ku ew ji ber xwarinê bi jehrê ketine.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, wan parêzeran ragihandiye ku di encama hevdîtinan de girtiyan ji wan re gotiye ku ji 28ê Hezîranê û pê ve derdora 250 girtiyî ji ber giliyên “vereşîn û zikçûnê” rakirine nexweşxaneyê.

Yek ji parezerên endamên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Azad Gurbuz bi girtiyê bi navê Mehdî Mihçi re axiviye û wî  jê re gotiye ku 40 girtî bi kom birine nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku pirsgirêka êşa mîdeyê ya wan girtiyên ji ber xwarinê bi jehrê ketine berdewam dike û tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst