AMED - Cotkaran berê xwe daye çandina darên fistiqan

04-07-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Cotkarên darên fistiqan ên Amedê \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Cotkarên darên fistiqan ên Amedê \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Cotkarî Darên Fistiqan Amed Çinar Salih Arzu Selîm Beneklî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrefên zêde yên gubre û mazotê, fatûreyên DEDAŞê, kêmbûna bihayê genim û garis berê cotkarên Amedê daye çandina darên fistiqan.

Li bajarê Amedê di nava 3 salên dawiyê de nêzî 40 hezar darên fistiqan hatine çandin.

Ji ber ku fistiq pereyekî baş dike, cotkarên Amedê êdî beşek ji erdê xwe dikin fistiq.

Eger wiha biçe dê Amed di nava 15 salan de bibe navendeke girîng a fistiqan.

Li navçeya Çinarê ya Amedê jî cotkaran bi hezaran darên fistiqan çandine û ji berhemên xwe jî razî ne.

Nûçegîhanê Rûdawê Maşallah Dekak, li ser vê mijarê raportek amade kiriye.  

Salih Arzu yek ji wan cotkaran e ku sala borî 30 donim erdê xwe kiriye fistiq.

Nêta Salih Arzu heye îsal 30 donim fistiqan biçîne.

Malbata Arzu ku li gundê Baxcaxayê ya Çinarê ye, hêj beriya 30 salan 150 donim erdê xwe kiriye fistiq.

Her dareke wan aniha 30 salî ye û berhemeke xweş a fistiqan jê distîne.

“10 donim fistiq beramberî 200 donim genim e”

Cotkar Salih Arzu da zanîn ku mesrefa cotkariya fistiqan nîne û wiha got:

“10 donim fistiqên te hebe beramberî 200 donim genimî ye. Çimkî genim mesref e.

Genim tu nîvî bixî erdê tu dê nîviyê wê jê bistînî. Fistiq ewqas mesrefa wê nîne.

Tu baxçeyekî nû yê fistiqan deynî di 6 salan de tu dê jê bixwî, nagihêje 10 salan tu yê bazirganiya wê bikî.”

Li Amedê 3 milyon donim erdê cotkirinê û 2 milyon donum jî erdê beyar heye.

Li gorî hilberînerên fistiqan dara fistiqê piştî 3 salan qet avê naxwaze û hilberîneriya wê gelekî hêsan e.

Ger her hilberînerek bikaribe 7 salan sebir bike û bi awayekî zanistî di dema xwe de kesaxa darên xwe bike, ew dê berhemeke baş bi dest bixe.

Kîloya fistiqan 420 lîreyê Tirkiyeyê ye ango 14 dolarê Amerîkî ye. Her darek herî kêm 10 kîlo fistiq dide û darên baş heta 50 kîloyan jî dide. 

Di 10 donim erd de 300 dar bi cih dibin û herî kêm bi qasî 3 ton fistiq dide.

Wate ji 10 donimî ango 10 hezar metreçargoşe erd salene 45 hezar dolarê Amerîkî pere bi dest dikeve.

“Bi çandina fistiqan dikarin mîrasekê ji zarokên xwe re bihêlin”

Cotkarê bi navê Selîm Beneklî jî her wiha got:

Erdê ku nebaş e, genim jê nayê, ceh jê nayê kepir e, bila ji xwe re bikin fistiq.

Bila fistiqan deynin. Bila darên fistiqan deynin.

Ew dê bi vî awayî ji zarokên xwe re mîrasake baş deynin.”

Di nava 3 salên dawiyê de li 14 navçeyên Amedê li 378 gundan nêzî 40 hezar darên fistiqan hatine danîn.

Li tevahiya Amedê niha ji 5 hezar donimî zêdetir erd bûye fistiq.

Eger wiha berdewam bike di nava 15 salên dawiyê de Amed jî dê weke Dîlok, Ruha û Sêrtê bibe navendeke girîng a hilberîna fistiqan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst