Serok Barzanî: Destûr bingeheke bihêz e ji bo çareserkirina pirsgirêkan

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Çarçoveya Hevahengiyê Bexda Seyid Emar Hekîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî diyar kir ku destûr bingeheke bihêz e ji bo hemû aliyan da ku pirsgirêk û astengiyan çareser bikin.

Serok Barzanî doh êvarî li mala Seyid Emar Hekîmê Rêberê Tevgera Hîkmeyê bi lîderên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.

Ofîsa Barzanî li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Seyid Emar Hekîm di axaftina xwe de bi germî bixêrhatin li Serok Barzanî kir û diyar kir ku serdana wî girîng û dîrokî ye.

Her wiha bal kişand li ser xebat û qurbanîdayîna Kurd û Şîeyan û ev yek wekî xaleke hevbeş a rizgarbûna ji zilmdarî û dîktatoriyê destnîşan kir.

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Bexdayê nîşan da û bal kişand ser girîngiya civîna Çarçoveya Hevahengiyê.

Barzanî: Destûr bingeheke bihêz e

Serok Barzanî behsa rewşa siyasî ya Îraqê û girîngiya destûrê jî kir û wiha got:

“Niha li ber rewşa siyasî ya Îraqê deriyek vebûye ku dikarê derfeteke baş be ji bo veguherîna bîr û ramanan li ser astengan û çareserkirina pirsgirêkan.”

Serok Barzanî bal kişand ser dîroka hevbeş a aliyan a li dijî dîktatorî û avakirina Îraqa nû û nivîsîna destûrê û tekezî li wê yekê kir ku destûr bingeheke bihêz e ji bo hemû aliyan da ku pirsgirêk û astengiyên xwe çareser bikin.

Li hêla din, di civînê de mijarên wekî "rewşa siyasî û hebûna hêza Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, neft û budce, mafên destûrî û çawaniya hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Îraqê" hatin gotûbêjkirin.

Aliyên Çarçoveya Hevahengiyê jî piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Mihemed Şiya Sudanî anî ziman.

Her wiha di civînê de biryar hat standin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan mekanîzmayeke hevbeş di navbera her du aliyan were avakirin.

Divê were gotin ku Serok Mesûd Barzanî piştî 6 salan çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Serok Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm, Wezîrê Parastinê Sabit Ebasî, Wezîrê Karûbarên Civakî Ehmed Esedî û gelek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst