Li Çewlîgê otobus qulibî: 14 birîndar

04-07-2024
Nîşan Çewlîg Bongilan Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bongilanê ya Çewlîga Bakurê Kurdistanê otobuseke rêviyan qulibî û 14 kesên tê de birîndar bûn.

Otobusa bi plakaya “34 FA 2698”ê  li ser rêya Çewlîg-Bongilanê ji kontrola ajokar derket û qulibî.

Gelek polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê her 14 birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Çewlîg û Bongilanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst