Çîroka Henarê; Ji odeyeke pir sade ve dest pê kir û bû yekema Kurdistanê

04-07-2023
RÛDAW
Henar Teha Nûrî, xwandekara serkeftî di wê odeyê de xwendiye û beşdarî taqîkirinên lîseyê bûye û di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê de bûye yekem.
Henar Teha Nûrî, xwandekara serkeftî di wê odeyê de xwendiye û beşdarî taqîkirinên lîseyê bûye û di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê de bûye yekem.
Nîşan Herêma Kurdistanê Henar Teha Nûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Êvara duh encamên taqîkirinên pola 12ê ya lîseyê hatin ragihandin û xwendekarên yekem ên li ser asta Herêma Kurdistanê navên wan hatin aşkerekirin. Di nav kesên serkeftî de çîroka xwendekarekî raya giştî ya Herêma Kurdistanê bi xwe ve mijûl kiriye, ew jî ‘Henar Teha Nûrî’ ye, ku di odeyeke pir sade de û di rewşeke zehmet de kariye serkeftina xwe misoger bike û di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê bibe yekem.

Êvara duh encama taqîkirinên pola 12ê ya lîseyê hatin ragihandin û xwendekarên yekem ên li ser asta Herêma Kurdistanê navên wan hatin aşkerekirin.

Yek ji wan xwendekaran, keçek e bi navê Henar Teha Nûrî ku ji navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye.

Henar Teha Nûrî di malbateke hejar de mezin bûye û bi derfetên xwe yên kêm û di rewşeke pir zehmet de xwendiye û di taqîkirinên pola 12ê ya lîseyê de di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê de yekem derketiye.

Wê xwendekarê ku bavê xwe nedîtiye û bi dayik û birayên xwe re dijî, di odeyeke pir sade de xwendiye ku bêtir dişibhe embarekê ne odeyekê.

Dayika wê weke alîkarî ew ode ji keça xwe re li ser banê malê ava kiriye. Ode bi blokan hatiye çêkirin û li ser wê ne geç ne tiştekî din nehatiye lêxistin, herwiha ne mafor û ne ti tiştek nehatiye raxistin, tevî wê kelûeplên zêde yên malê jî lê hatine danîn, bi kurtî wek embarekê ye û qet naşibihe odeya xwendekarekê.

Lê belê çîroka serkeftina xwendekara Kurd ji wê odeyê dest pê dike. Henar bi hemû zehmetiyan, di wê odeyê de dixwîne û herî dawî digihe armanca xwe û di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê yekem derket.

Henar bixwe derbarê zehmetiyên xwe yên di wê odeyê de ji Rûdawê re got, “di dema barîna baranê de, di germayê de û di sermayê de min gelek zehmetî kişandin, lê armanca min mezintir bû û ez teslîm nebûm.”

Henar ji Rûdawê re got, “piştî wê serkeftinê ez dixwazim beşa hiqûqê bixwînim û bibim parêzer, daku xizmeta welatê xwe bikim.”

Xwendekara serkeftî herwiha behsa giringiya piştgiriya malbatê bo serkeftina xwe dike û wiha dibêje: “Dayîka min motîvekarê min ê sereke bû, her tim dianî bîra min ku yekembûna li ser asta Herêma Kurdistanê bikim armanca xwe.”

Çîroka serkeftina Henarê û odeya wê ya sade, di nav raya giştî ya Kurdistanê de gelek karvedan çêkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst