Li Bedlîsê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê îro erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro erdhejekê parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê hejandiye.

Li gor AFADê, erdheja îro di demjimêr 00:11an de çêbûye û navenda wê gundê Çukuş ê ser bi bajarê Bedlîsê bûye.

AFADê ragihandiye, hêza erdhejê 3.3 pileyê rîxter û di kûrahiya 5.5 kîlometriyê de çêbûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê ku 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin, rûdana erdhejan li navçeyê zêde bûye.

Di erdhejên 6ê Sibatê de ku navendên wê li du navçeyên parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, li gor amarên fermî zêdetir ji 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.