Fransayê 35 jin û zarok ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Fransayê 35 jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê derxistin û vegerandin Fransayê.

Li gor Wezareta Derve ya Fransayê, îro Sêşemê 4ê Temûza 2023an, 25 zarok û 10 jinên bi regez Fransî yên malbatên çekdarên DAIŞê ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine derxistin û bo Fransayê hatine vegerandin.

Wezareta Derve ya Fransayê ragihandiye, zarokên ku temenê wan di jêr 18 salî de ye bo saziyên perwerdekirinê hatine radestkirin.

Her 10 jin jî bo saziyên dadweriyê yên peywendîdar hatine radestkirin.

Hatiye ragihandin ku her 35 kes hemwelatiyên Fransayê ne.

Ew cara çaremîn e ku Fransa hejmarek jin û zarokên malbatên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de vedigerîne.

Koma vê carê koma herî mezin a hemwelatiyên Fransayê ye ku ji Rojavayê Kurdistanê bo Fransayê hatine vegerandin.

Li gorî berpirsên Fransî, di dema şerê li dijî DAIŞê de jin bi îradeya xwe derbasî Iraq û Sûriyê bûne û di dema şer de gelek kes ji wan ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatin girtin.

Li gorî qanûnên Fransayê, her kesê ku temenê wan ji 18 salî mezintir be, û tevlî DAIŞ'ê bibe, dema ku vegere wî welatî, dê lêpirsîn pê re were kirin û were darizandin.

Fransa ji hêla rêxistinên navneteweyî ve dihat rexnekirin ku di vegerandina hemwelatiyên xwe ji kampan de pir hêdî ye.

Li gor amarên fermî, Fransayê heta niha 218 welatiyên xwe ji du kampên li Rojava paşde girtine.