Di cejnê de nêzî 30 hezar geştyaran serdana Pira Muradê kirine

04-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Pira Muradê Mûş Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Cejna Qurbanê da nêzî 30 hezar geştyaran serdana Pira Muradê ya dîrokî ya li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê kirine.

Îsal di rojên Cejna Qurbanê de hejmareke zêde ya geştyaran serdana bajarê Mûşê û navçeyên wê kirin.

Parêzgariya Mûşê ragihandiye ku îsal di Cejna Qurbanê de 29 hezar û 951 geştyaran serdana Pira Muradê ya dîrokî ya li ser Çemê Muradê kirine.

Li gor daxuyaniyê, geştyar di dema serdana xwe de li cihên din ên dîrokî yên Mûşê jî geriyane.

Pira Muradê ku li gor hinek dîroknasan di dema Romayiyan de hatiye avakirin, 188 metre dirêj e û firehiya wê 5 metre ye û 12 deriyên wê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst