Li Efrînê çekdarekî Ehrar el-Şerqiyê erebekî hawirde li ser sînorê Tirkiyê birîndar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarekî grûpa Ehrar el-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê Erebekî hawirde li ser sînorê Bakurê Kurdistanê yê ligel herêma Efrînê birîndar kir.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku Erebê hawirde yê bi navê Mihemed Teysîr el-Elî bi birîndarî li ser sînorê Tirkiyê hatiye dîtin.

Çalakvan Mistefa Şêxo got, ew kes bi guleyekê hatiye birîndarkirin û li nêzîkê sînor hatiye dîtin.

Mistefa Şêxo da zanîn, li gor lêkolînan wî kesê ereb xwestiye bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibe lê ji ber pere nedane çekdarê Ehrar el-Şerqiye wî bi guleyekê ew birîndar kiriye û avêtiye nav daristanê.

Çalakvanê Efrînî herwiha got, ew birîndar niha li nexweşxaneya Efrînê ye û birîna wî giran e û polîsên serbazî li encamderê wê kiriyarê digerin.