Parlamentera YSPê: Li pey Festîvala Cîlo komên zibil man

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Festîvala Cîlo Oznur Bartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) Oznur Bartin li Parlamentoya Tirkiyê nerazîbûn li hember 5emîn Festîvala Cîloyê nîşan da û got: “Li pey qaşo vê festîvala ku 5emîn a wê hat sazkirin, komên zibil û dijmindariya desthilatê ya li hember xwezayê bicih maye.”

Rojên 1 û 2ê Temûza 2023an li Golên Cemedî yên li navçeya Geverê ya Colemêrgê 5emîn Festîvala Cîlo ya xwezayê hat saz kirin. Lê piştî festîvalê hinek dîmen li ser medyaya civakî belav bûn û têde diyar dibû ku kesên serdana wê derê kirine jîngeh pîskirine û ziblê xwe li wê derê hiştine.Ev yek di nav xwezahez û jîngehdostên Bakurê Kurdistanê de bibû sedema nerazîbûnan.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Colemêrgê Oznur Bartin roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de karvedan li hember 5emîn Festîvala Cîlo nîşan da.

Bartin eşekere kir ku di festîvalê de 16 hezar mirov ligel bi hezaran otomobîl û makîneyên kar bi rojan li Golên Cemedî yên Satê hatine ragirtin û bi vê yekê rewşa xwezayî ya navçeyê û helîna ji sedî 48 a cemseran û rîskên din ên jinavçûna xwezaya navçeyê hatine paşguhxistin.

Oznur Bartin balkişand ser pîskirina jîngehê ya ji aliyê kesên ku di festîvalê de beşdar bûne û got “Li pey qaşo vê festîvala ku 5emîn a wê hat sazkirin, komên zibil û dijmindariya desthilatê ya li hember xwezayê bicih maye.”

Parlamentera YSPê ya Colemêrgê dibêje “Di vê organîzasyona ku ti peywendiya wê bi Colemêrgê ve nîne de, ji ber nêzîkbûna wan desthilatê bo hinek kesan qedeke şovê hat vekirin. Çanda kevnar a Colemêrgê, muzîka wê û zimanê wê têde cih negirt û xwestin ku ev neyên dîtin.”

Oznur Bartin wiha axivî “Di serî de Colemêrg êrîş û dorpêçên li ser bajarên Kurdistanê her roj digihin asteke din. Ev êrîşên zordarî yên li dijî ziman, nasname, çanda Kurdî û cografyaya Kurdistanê  bi destê desthilatê tên kirin. Yek ji mînakên vê yên herî berçav polîtîkayên taybet in ku li navçeya min a hilbijartinê li Colemêrgê  tên meşandin. Qeyûmên ku li ser şaredariyên Colemêrg û Geverê hatine damezrandin berî 2 rojan karekê din ê hevbeş pêkanîn.

Li Çiyayên Cîlo û Satê û Golên Cemedî yên Satê yên girêdayî navçeya Geverê ku ji ber guherîna keşûhewayê rûbirûyî jinavçûnê ne û bi biryara Serokkomariyê di sala 2020an de wek parka niştîmanî hatine ragihandin, di bin navê festîvalê de organîzyoneke propagandayê û têkdana xwezayê û çandê hat saz kirin. Rewşa xwezayî ya navçeyê û helîna ji sedî 48 a cemseran û rîskên din hatine paşguhxistin. Bi organîzasyonekê 16 hezar kes bi hezaran otomobîl û makîneyan bi rojan li vê navçeyê hatin hiştin. Li pey qaşo vê festîvala ku 5emîn a wê hat sazkirin, komên zibil û dijmindariya desthilatê ya li hember xwezayê bicih maye.

Li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Colemêrgê polîtîkayeke piralî ya  dijmindariyê tê meşandin. Ji bilî polîtîkayên ewlehiyê bê tehemilî,  êrîş û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî çand, ziman û nasnameya Kurdî bi berdewamî tên meşandin. Tevî karvedanên xelkê navçeyê û xwezaparêzan bi organîzasyona ku li golên cemedî yên Satê hatiye saz kirin em careke din bûn şahidê vê yekê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst