Li Efrînê yekem kursa fêrkirina Kurdî dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Yekem kursa fêrkirina zimanê Kurdî dest pê kir.

Hat ragihandin ku di roja yekem a kursa fêrkirina zimanê Kurdî de 110 kes beşdarî wê kursê bûne.

Derbarê vê yekê Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li nav Îtîlafa Opozsiyonê Ehmed Hesen ji Efrînê behsa vê kursê kir.

Ehmed Hesen dibêje “Îro li Navenda Pewerdehiyê ya bajarê Efrînê roja yekemîn a kursên zimanê Kurdî ye. Dûv re wê hinek kursên din vebibin ji bo zimanê Kurdî. Îro roja yekemîn me dest pê kir.”