Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 830 xal û binkeyên serbazî yên biyanî hene

04-07-2023
Hisên Omer
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Hêzên Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 830 xal û binkeyên serbazî yên biyanî hene.

Hêzên Rûsya û Amerîkayê li ser rêyên Rojavayê Kurdistanê rastî hev tên hin caran bi hêminî û hin caran jî bi alozî her hêzek rêya xwe digire. Herwiha hêzên Amerîka û Tirkiyê jî li Rojavayê Kurdistanê gerên hevbeş pêk dianîn.

Xak û asmanê Sûriyê bûne meydana hêzên biyanî yên navherêmî û navdewletî.

Di lêkolîneke herî nû de, Navenda Cisûr a Lêkolînan amarên xal û binkeyên serbazî yên biyanî li ser xaka Sûriyê belav kirine.

Li gorî Navenda Cisûr a Lêkolînan 830 xal û binkeyên serbazî yên biyanî li Sûriyê hene.

Navenda Cisûr a Lêkolînan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 515 xal û 55 binkeyên serbazî yên Îranê, 113 xal û 12 binkeyên serbazî yên Tirkiyê, 85 xal û 20 binkeyên serbazî yên Rûsyayê, 13 xal û 17 binkeyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî hene.

Waîl Elwan, Rêveberê Navenda navborî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bandora hebûna hêzên biyanî li ser kirîza sûriyê kir.

Rêveberê Navenda Cisûr Waîl Elwan got "Hebûna 830 pêgehên serbazî yên biyanî li ser nexşeya Sûriyê tê wateya ku biryara siyasî û meydanî ne di destê rejîma Sûriyê de ye û ne jî di destê hêzên xwecihî yên cuda de ye. Lê biryar di destê van welatan de ye ku bi şêweyekî rasterast bi artêşên xwe li ser erdê hene. Ev jî tê wê wateyê ku rejîm ne xwediyê serwerî û biryarê ye, lê çareseriya siyasî û siberoja Sûriyê girêdayî berjewendiyên van welatan in ku nexşe li gor pêgehên wan ên derekî diyar dike."

Her hêzeke Navdewletî ya navherêmî ku li Sûriyê cih girtine piştevaniya aliyekî kirîza Sûriyê dike. Tevgera hêzên Sûrî jî, çi yên hikûmet, opozisyon yan jî HSD bin, bi nexşerêya van hêzên biyanî ve girêdayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst