Li Girkê Legê hewla şewitandina ofîsa PDK-Sê hat dayîn

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Girkê Legê PDK-S Şewitandin Salih Cemîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girkê Legê ya Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê hewla şewitandina ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan Sûriye (PDK-S) hate dayîn. Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Salih Cemîl Rêveberiya Xweser bi wê yekê tohmetbar dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Salih Cemîl ji Rûdawê re got ku îro serê sibehê hinek kesan bi bombeyên molotof hewl dane ofîsa wan bişewitînin.

Salih Cemîl da zanîn tenê ala ku li ser baregeha wan û hinek kabloyên elektirîkê yên baregehê şewitînê û agir nêzîkî malên cîranan bûye û tirseke mezin kete dilê wan.

Salih Cemîl got ku ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku bizanin kê ew kar kiriye. Herwiha Cemîl diyar kir ku berê Asayişê kamerayên bargeha wan birine û venegerandine.

Li aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê jî derbarê wê vê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Emîndariya Giştî ya ENKSê got “Ne cara yekeme ku ofîsên ENKSê li ser destê çekdarên ser bi PYDê ve tên şewitandin”

Herwiha ENKSê dixwaz kir ev kar û binpêkirinên li dijî mafên xelkê û ENKSê bên rawestandin.

ENKSê di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêje “Ev kar dibin sedema çêbûna aloziyan ku xelk bê hêvî bibe û piştre jî koçber bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst