Parlamenterê YSPê: Bila qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê bi dawî bê

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qedexe Huseyîn Olan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Huseyîn Olan li parlamentoya Tirkiyê karvedan li dijî qedexeya derketina derve ya li çend navçe û gundên parêzgehê Bedlîsê ya Bakurê nîşan da û got “Qedexeyên bê sînor û seranserê rojê dibin sedema mexdûrbûna gelê me. Em daxwaz dikin ku desthilat demildest dawiyê li van karên xwe yên derveyî mirovayetiyê bîne.”

Roja 2ê Temûza 2023an li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û  Mezra Pisyan ên girêdayî navçeya Xîzan a  parêzgeha Bedlîsê bi hincetên cûda qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di demekê de ku ev qedexe dibe sedema mexdûrbûna xelkê wan gundan karvedan li hember qedexeyê berdewam in.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Bedlîsê Huseyîn Olan roja Sêşemê 4ê Temûza 2023anli Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir û  balkişand ser vê qedexeya li gundên Bedlîsê û ji aliyên peywendîdar daxwaz kir ku ew qedexe demildest bê bidawîanîn.

Olan eşkere kir ku rayedar û berpirsên Tirkiyê ji sala 2015an heta Çileya 2020an herî kêm li 11 parêzgeh û 51 navçeyên Bakurê Kurdistanê 381 qedexeyên derketina derve ragihandine.

Huseyîn Olan ragihand ku ji ber qedexeyên derketina derve di navbera salên 2015 û 2017an de herî kêm 500 hezar kes bi zorê ji cih û warên xwe yên li Bakurê Kurdistanê hatine koçber kirin û got: “Li gor  raporeke Netweyên Yekbûyî herî kêm 2 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.”

Parlamenterê YSPê ameje bi wê yekê jî  da ku ji ber qedexeyên derketina derve bi hezaran malên  welatiyan hatine wêrankirin û got:”Di wêneyên sataleytan de jî hatiye diyarkirin ku mal û tax ji nexşeyê hatine jêbirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Huseyîn Olan tekezî li wê yekê jî kir ku ti hinceteke qebûlkirî ji bo ragihandina qedexeyên derketina derve nîn in û got:”Ji ber ku mafê jiyanê, qedexeya îşkenceyê, azadiya takekesî û ewlehî û gelek mafên bingehîn di qedexeyan de tên binpêkirin. Qedexeyên bê sînor û seranserê rojê dibin sedema mexdûrbûna gelê me. Em daxwaz dikin ku desthilat demildest dawiyê li van karên xwe yên derveyî mirovayetiyê bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst