Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku di operasyonekê de wan dest danîne ser depoyeke çekan ku gelek çekên bê ruxset û parçeyên wan ên yedekê tê de hatibûn veşartin.
Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di 3yê Temûzê de li gorî zanyariyên ku hatine bidestxisitn û bi hevahengiya îstixbarata fermandariya Zêrevanî û bi destûra dadweriyê li navnîşaneke ya li Taxa Lawan a Hewlêrê operasyonekê pêk anîne.
Asayîşa Hewlêrê da zanîn ku di encama lêgerîna li wê navnîşanê de di depoyeke ku gelek Kalaşanîkof, demançe, M4, Kanas, BKC, fîşek, parçeyên yedek û amûrên serbazî tê de bûn hatine bidestxistin. Herwiha hat diyarkirin ku xwediyê depoyê yê bi navê R.A.C. hatiye desteserkirin û di derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî Asayîşa Hewlêrê di depoyê de ji bo tamîrkirina çekan amûreke tornayê jî heye û cebilxaneya ku hatiye bidestxistin ji bo bazirganiyê hatiye bikaranîn.
Li gor madeya 15 ya yasaya jimare 2 ya çekên bê destûr ku di 01.03.2022ê de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, cezayê hebûn an firotina çekan ji 3 salan dest pê dike. Herwiha kesên ku pabendî vê yasayê nebe di navbera 2 heta 5 milyon dînar cezayê pere li wan tê birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse