Nîgarkêşek li Çewlîgê bi kevirên rengîn tabloyên bêhempa çêdike

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Bakurê Kurdistanê Nîgarkêş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, Elî Riza Kiliç ê 50 salî çakûçê xwe dixe tûrik û berê xwe dide çolê. Ew li kevirên rengîn digere. Elî Riza Kiliç nîgarkêşekî bi nav û deng ê Çewlîgê ye. Ew kevirên rengareng di nav zeviyan de berhev dike, tîne mal, di nav hawinê hesinî de hûr dike, li bêjingê dixe û bi wê toza keviran van tabloyên bedew çêdike.

Nîgarkêş, Alî Riza Kiliç derbarê karê xwe de dibêje: “Min destpêkê li gundê xwe atolye vekir. Li vir şansê min ê ku ez bikaribim wêneyên baş çêbikim heye. Yek jî ez dixwazim her hunermend vegere cihê ku lê ji dayîk bûye, ez di wê baweriyê de me ku divê hinek tiştan bo warê xwe bikî. Ez bi piranî li ser çanda xwe kar dikim. Heta niha berhemên min çêkirine hemû çavkaniya xwe ji çîrokên ku min di zarokatiya xwe de bihîstine werdigre. Zarokatiya min ji min re dibe rêber.”

Kiliç hinek ji van berheman di nav 5 rojan de qedandine, lê hinek berhem jî di nav 4 mehan de temam kirine.

Wî di nav 32 salan de nêzîka 3 hezar berhem çêkirine. Herwiha nêzîka 250 berhemên xwe şandine 16 welatên cîhanê.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha 33 pêşangeh vekirine.

Ew dibêje armanca wî ya herî mezin ji vî karî ew e ku bikaribe nûnertiya warê xwe bike.

Alî Riza Kiliç dibêje: “Ji vê atolyeyê ez berhemên xwe bo hemû welatên cîhanê dişînim, ez nûnertiya Bingolê dikim. Ji gelek welatan pêşniyar ji min re hatin ku biçim wir kar bikim. Ya herî cidî Norveç bû, lê min got na. Hinek dostên min hene dibêjin Bîngol ne cihê te ye, bi taybet gund qet ne cihê te ye. Ez ji wan re dibêjim cihê min ku dere? Dibêjin Stenbol an Parîs. Ez jî dizanim Stenbol û Parîs hene. Lê ez dixwazim bo Bîngolê tiştekî bikim.”

Ji bo qirêj nebin salê dû caran û berî bifiroşê ew tabloyên xwe dişo.

Nîgarkêş Alî Riza beriya dû mehan zewicî ye. Ew dibêje herçiqas di hinek tiştan de dereng mabe jî lê ew ji gundê xwe û Çewlîgê gelekî hez dike û dixwaze bi rêya berhemên xwe çanda vê navçeyê bi hemû cîhanê bide nasandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst