Li Wanê 7 qaçaxçiyên koçberan hatin girtin

04-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji 8 kesên ku hefteya borî bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan hatibûn desteserkirin, 7 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Rêveberiya Emnî ya Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, bi armanca rûbirûbûna “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya bi mirovan” kar û xebatên wan berdewam in û di navbera 27ê Hezîran û 3ê Tîrmeha îsal de çar operasyon pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê, di wan operasyonan de 8 kes bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan ji aliyê Şaxa Deriyên Sînor û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan ve hatine desteserkirin.

Herwiha piştî kar û barên yasayî ji wan 8 kesan 7 kes ji aliyê dadgehê ve bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin û yek jî bi mercê kontrola edlî hat berdan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst