Gever; Xelk bi dîtina dîmenên çiyayê Cîlo û golên Satê kêfxweş in

Gever (Rûdaw) - Li çiyayê Cîlo û golên cemedî yên çiyayê Satê li sînorê qezaya Geverê ya Colêmêrgê 4mîn festîvala Cîlo û Satê hat lidarxistin. Ji bona mîhrîcanê ji Tirkiyê Bakurê Kurdistanê û ji Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 hezar kesan kemp danîn ber golên qeşayî yên çiyayê Satê û du roj li lûtkeya Satê şevder man û beşdarî çalakîyan bûn.

Festîval bi mazûvanîya parêzgariya Colemêrgê û Qeymeqamtîya Geverê di 2ê Tîrmehê de destpê kir û doh 3ê Tîrmehê bi dawî bû.

Di wê festîvalê de geştyarên ku derketin golên qeşayî yên ciyayên Satê li 3 hezar 400 metro berzahiyê di nav sirûştek bêhempa de seyran kirin û tevlî çalakiyan bûn.

Bi boneya festîvalê konsert hatin lidarxistin û werzişên xwezayê hatin kirin. Lê beşdarvanên festîvalê tenê du rojan kêm dîtin ew bang li rayedara dikin û dibêjin divê dema festîvalê herî kêm 10 roj bin û herwiha ew dibêjin piştî festîvalê jî divê evder heta payîzê ji geştyaran re vekirî be.

Fatoş Çîçek, xwendekarek ku di festîvalê de amade bû, ji Rûdawê re got, “Ji bo festîvalê ez ji stenbolê hatim.Ji bo lu xweşîkahîya xwezayê bibînim bi xwîşka xwe re hatim vira.”

Fatoş Duzce ku kebaniya malê ye dibêje, “Ez yekem care hatime vira. Min eciband, xweş e.”

Welatiyê bi navê Nemet Keskîn ku Karker e, derbarê festîvalê de axivî û got, “Me geryana xwe kir, me hemû tişt kir û niha wek koçeran emê bar bikin herin Şemzînan.”

Yucel Aslan dibêje, “Wellehî cinnet e ev der.cinneta serê dinyayê ye ez bi xwe wer dibînim.Yanî gelek xweş e,ev cara duyem e ez têm.”

Ercan Duzce ku pîşeya wî mamostetî ye, dibêje her çar werzên salê li deverê hene. Ercan Duzce wiha dibêje, “Hem bihar e, hem havîn e, hem payîz e,hem zivistan e vira. Her çar demsal pêk ve ne.”

Ahmet Çapan geştyariyekî din e ku serdana çiyayê Cîlo û golên Satê kiriye û dibêje, “Kengî festîval hebe emê werin. Ji yên nehatine re emê bêjin û wêneyên vir nîşanî wan bidin.”

Beşek ji geştyaran jî li gel kêfxweşiyê ji ber dema festîvalê tenê du roj bûn nerazîbûn nîşan dan û ji rayedaran daxwaz kirin ku di festîvalên salên bihê de dema festîvalê dirêjtir bibe.

Umît Çagla, firoşkarê otomobîlan jî di festîvalê de amade bûye û dibêje, “Min hez dikir ku çend rojên din jî dewam bikira. Înşelah carek din.”

Cemîl Çelîk kêfxweşiya xwe bi lidarxistina festîvalê tîne ziman û wiha dibêje, “Keyfa me hat. Hem hewa vira gelek xweş bû, hem jî ew mintiqayên me nedîtibû, me dîtin.”

Necla Duzce jî diyar kir, “Ez li stenbolê dijîm,di jîyana xwe de yekem care têm vira.Belê rêyên vira xirab in,lê vira gelek xweş e.”

Îlhan Çigir jî got, “Me jî teze vira dît, cîhekî gelek xweş e.”

Sakine Çigir xwe dide nasîn û dibêje, “Em ji Geverê ne, cîhek pir xweş e. Me teze vira dît. Em dixwazin hemû kes werin vira bibînin.”

Devera çiyayê Cîlo û golên Satê ji ber şer û pevçûnan û rewşa aloz a siyasî ji salên 90î ve heta sala 2018an ji hatin û çûnê re qedexe bûn. Bi bidawîhatina pevçûnan, her sal festîvalên xwezayê tên lidarxistin û derketina vê heremê ji bona çend rojan serbest dibe û piştî festîvalê jî derketina vê herêmê dîsa qedexe dibe.

Kesên ku bixwazin geşta vê deverê bikin jî divê destûra taybet ji  Parêzgeriya Colemêrgê bistînin û wisa derkevin golên qeşayî ên çîyayê satê.