Şirnex: Li kana madenê operatorekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li kana madenê ya taybet dema operatorek li ser makîneya kar bû, latek bi ser de ketiye û di encam de canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan li quntara çiyayê Cûdî operatorekî li kana madenê dema ku bi makîneyê kevir dişkandin kevirekî mezin bi ser de ketiye û bi giranî birîndar bûye. Operatorê bi navê Hakim Ercan ku 23 salî ye ji aliyê tîmên Reveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) ve ji nav makîneyê hatiye derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatiye veguhestin lê ligel hemû midexaleyan Ercan canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên Encûmena Ewlekariya Kar û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) di 5 mehên destpêka îsal de 646 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.