Li Wanê cendirmeyan mînîbûsa koçberan gulebaran kirin; Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehmudiyê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve cendermeyan mînîbûsa koçberan gulebaran kirin û di encam de zarokekî 4 salî canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, 3ê Tîrmeha (Temuz) 2022an li navçeya Mehmudiyê ya Wanê di xaleke kontrolê de hêzên emnî yên Tirkiyê mînîbûsek gulebaran kirine û di encam de zarokekî canê xwe ji dest daye û 4 jê giran 12 kes jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Herwiha 30 kesên di mînîbûsê de jî hatine desteserkirin.

Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje: “3ê Temûza 2022ê derdora demjimêr 16:00an li Taxa Koçbaşi ya ser bi navçeya Mehmudiyê ve cendermeyan xwestine mînîbûseke bi guman li xala kontrolê rawestînin lê şofêrê mînîbûsê ranewestiyaye û cendirmeyan gule berdane tekerên wê lê ew gule pekiyaye û li zarokekî ketiye û wî zarokî canê xwe ji dest daye. Herwiha 12 koçberên di mînîbûsê de jî bi sivikî birîndar bûne.”

Parêzgariyê herwiha ragihandiye ku piştî bûyerê şofêrê mînîbûsê û kesekî ku qaçaxçîtiya koçberan dikin reviyane û derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.

Li aliyekî din kanala Multecî Medya (Medya Penaberan) li ser Twitterê belav kiriye ku yek jin, yek zarok bi giştî sê kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî bi giranî birîndar bûne.