Jîngehparêz Salar Azerî: Heta şewat neyê kontrolkirin ez ranazêm

04-07-2021
RÛDAW
Jîngehparêz Salar Azerî gelek deng veda (Grafîk: Abdulbasit Îbrahîm/Rûdaw)
Jîngehparêz Salar Azerî gelek deng veda (Grafîk: Abdulbasit Îbrahîm/Rûdaw)
Nîşan Jîngehparêz Salar Azerî Merîwan Şewat Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şewata li daristanên Merîwana Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 3 roj e berdewam e û heta niha jî bi temamî nehatiye kontrolkirin. Wêneyê yek ji wan jîngehparêzan ku hewl didin bi şiyanên xwe şewatê kontrol bikin, li torên civakî belav bûye û gelek deng vedaye. Xwediyê wî wêneyê ji Rûdawê re ragihand, “Ev 3 şev e min xew nekiriye û heta em agir kontrol nekin jî ez ranazêm.”

Çalakvanê jîngehê Salar Azerî ji nav daristanên Merîwanê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û behsa şewata li daristanên wî bajarê Rojhilatê Kurditanê kir ku heta niha jî bi temamî nehatiye kontrolkirin.

Jîngehparêz Salar Azerî ragihand ku şewata li daristanên Merîwanê ku demjimêr 14.00ê roja Pêncşemê destpê kiribû, heta niha jî berdewam e û “niha hinek rawestiyaye, lê dîsa belav dibe. 56 demjimêr e em li vir in û min xew nekiriye.”

Salar Azerî derbarê herêmên ku şewat lê berdewam e jî got, “Niha li herêmên di navbera Hincîran û Derewêran maye. Em li aliyekî kontrol dikin, lê li aliyekî din vêdikeve. Xelk jî alîkariya me dike, duh zêdetirî 100 kes ji xelkên navçeyê û endamên Encûmena Keskatiya Çiya beşdarî xebata vemirandina agir bûne.”

Peyameke jîngehparêz Salar Azerî jî bo xelkê heye, “Ev daristan mulkê me hemûyan e û parastin jî erkê ser milê me hemûyan e. Peyama min bo xelkê ew e ku mil bi milê jîngehparêzan bên, meydana jîngehparêziyê. Ji ber ku ev jîngeh ne tenê ya jîngehparêzan lê ya me hemûyan e.”

Wêneyekî Salar Azerî li ser torên civakî gelek karvedan li pey xwe anî bûn û derbarê çîroka wî wêneyî de jî dibêje, “Ew wêne di dema bêhnvedanê de hatiye girtin.”

Li ser helwesta berpirsên hikûmetê jî li beramber wê şewatê jîngehparêz Salar Azerî dibêje, “Wek pêwîst alîkarî nehatiye kirin. Rêveberiya Çavkaniyên Sirûştî carnan tê, lê yên din nehatine. Îro jî helîkopterek jî hat, hinek av avêt, lê bi ber şewatê ket.”

Salar Azerî tekez jî kir ku heta ew şewatê venemirînin, ew xew nake û got, “Em bi hêvî ne ku bê kontrolkirin. Ranazêm heta em agir kontrol nekin.”

Li gor raporta Rêveberiya Encûmena Keskatiya Çiya, îsal 120 caran agir bi daristanên Merîwan ketiye, lê saziyên peywendîdar hewl nedane agir vemirînin.

Endamê Rêveberiya Encûmena Keskatiya Çiya ji Rûdawê re ragihandibû ku di encama şewata dawî de nêzikî hezar hektar daristan şewitiye û li gundê Dolebî nêzîka 2 hezar dar şewitî ne ku temenê wan di navbera 400-500 salî de bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst