Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve Wêstgeha Elok ji kar xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve Wêstgeha Elok bi başî kar nake.

Çend çavkaniyan ragihandin ku ji ber şerê di navbera grûpên çekdar de li Serê Kaniyê, Wêstgeha Elok bi başî kar nake û hêzên Tirkiyê jî li wê navçeyê ketine amadebaşiyê de û ronakiyên li ser sînor, nêzîkî gundê Şîrîk ku dewriyên Tirkiyê ji wir derdikevin, vemirandine.

Navenda Elok a ava vexwarinê bi 10 kîlometreyan li rojhilata bajarê Serê Kaniyê dikeve, jêderan ava wê 30 bîrên irtiwazî ne, ew proje hat avakirin piştî qirêjbûn û kêmbûna ava çemê Xabûr,di sala 2013yê de.

Rûsyayê berî niha rêkeftinek bi Tirkiye re danîbû ku navenda Elok dîsa têkeve xebatê pîștî ku hate çaksazkirin ji aliyê Xaça Sor ve.

Li aliyekî din şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve li çend navçeyan li Serê Kaniyê berdewam in.

Li gor zanyariyan, sedema şer û pevçûnan piştî wê yekê hat ku Tirkiyê daxwaz ji wan grûpan kiriye ku Wêstgeha Elok radestî Hêzên Rejîm û Rûsiyê bikin lê çend grûpan ev yek red kiriye û şer derketiye.

Duh jî şer û pevçûn di navbera herdû grûpên Hemzat û Sultan Murad de derketin, li gor zanyariyan sedema wî şerî   nakokiyên  li ser mala kesekî ku koçber bûye.

Her yek ji wan grûpan daxwaza wê malê dikir û bi mafê xwe dizanî. Di encam şer de, 4 çekdar hatine kuştin.