Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hawêl a Sêrta Bakurê Kurdistanê di baxçeyên fisteq û tiriyan de şewat derket, xisar çêbû.
Li gor agahiyan li bajaroka Atabagiya li ser hawşlê ji ber sedemeke hêj nediyar e di baxçeyên fisteq û tiriyan de şewat derket.
Di demeke kurt de ji ber ba rabû şewat mezin bû û belav bû.
Tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û şewat vemirandin.
Serokê Şaredarê Atabagiyê Tayyar Lale daxuyand di baxçeyên fisteq û tiriyan ên 4 malbatan de xisar çêbûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse