Fransa: Em di piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê de berdewam dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê erkdarkirî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevanî û alîkariyên Fransayê yên ji bo Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne û Nûnerê Taybet ê Serokê Fransayê bo Sûriyê jî diyar dike ku welatê wî di piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê de ji bo pêşketina zêdetir berdewam dibe.

 

Îro Serokwezîrê erkdarkirî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Fransayê bo Sûriyê François Sienimo û Konsulê Giştî yê Fransayê û şanda bi wan re kir.

 

 

Di civînê de ku Konsulê giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê têde beşdar bû, behsa rewş û pêşhatên dawî yên deverê û têkiliyên dostane yên di navbera her du gelên Kurdistan û Franseyê de hate kirin.

 

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî, bi girîngî behsa piştîvanî û hevkariyên Fransayê yên ji bo Kurdistanê kir û bal kişande ser hewldanên heyî yên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û proseya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina kêşeyên sekinandî.

 

Di beşeke din ya vê civînê de gotûbêj li ser rewş û pêşhatên heyî yên li Sûriyeyê hate kirin û her du aliyan tekezî li ser vê yekê kirin ku lazim e di her çareseriyekê de mafên tevahiya pêkhateyan werin gerentîkirin û tevahiya hêzên nîştimanî di avakirina pêşeroja welat de beşdar bin.

 

Di dawiya civînê de nunerê taybetî yê Serokê Fransayê François Sienimo hêviya serkeftinê di Serokatîkirina kabîneya nû de bo Mesrûr Barzanî xwest û tekez li ser domandin û bihêztirkirina têkiliyên navbera her du aliyan kir û ragihand ku Fransa li ser piştîvanîkirin û hevkarîkirina Kurdistanê bo pêşkeftina zêdetir berdewam dibe.