Kurdên Elewî Ereban naxwazin
Gurgum (Rûdaw) - Ji 27ê Adara 2016an ve li gundê Terana Jêrîna girêdayî Parêzgeha Gurgumê (Mereş) çêkirina wargeha koçberên Sûriyê berdewam dike.
Tê pêşbînîkirin ku 27 hezar koçber û ewareyên Sûriyê yên Erebên Sunî li vir bên bicihkirin. Gundê Terana Jêrîn jî di nav de piraniya niştecihên deverên Kurdên Elewî ne.
Xelkê deverê ji wargeha navborî nerazî ne.
Piştî Komkujiya Mereşê ya 1978an gellek niştecihên parêzgehê, dest ji cih û warên xwe berdan û reviyan Ewrûpayê. Lewma ditirsin ku ev wargeha bibe bingeha komkujiyeke duyem a Mereşê.
Ji qezaya Bazarcîxê bigre heta bajarokê Narlî û gundê Terana Jêrîn welatiyan tirs û fikarên xwe ji Rûdawê re anîn zimên.
Rûdawê ji welatiyên li herêmê pirsî: Hûn çima naxwazin wargeha koçber li gundê Terana Jêrîn bê çêkirin?
Ji xelka Bazarcixê Fatik Ozdengîz:
"Van koçberên Sûriyê em perîşan kirine. Em newêrin ji malên xwe derkevin der. Em newêrin biçin ser îş û karê xwe. Keç û zarokên me gişt perîşan bûn. Bila vana neyînin van deran. Wê rojê koçberan pevçûn derxistin, hinek mirovên me birîndar kirin. Çi pêwîst dike, tînin li vir aramiya me têk dibin. Tenê daxwaza me ew e ku bila aramiya me xera nekin."
Ji xelka Bazarcixê Hatîce Kûşan:
"Em hez dikin Elewî gişt mîna hev bin. Em gişt bibin yek. Em gişt li pey hev biçin. Divê em ji hev rind bin. Aware û koçberên tînin vir, bila ji ku ve hatine bi wir de biçin. Em Kurmanc in, em cih û warê xwe hez dikin. Bila nêzîkî me nebin. Em ji wan fikar dikin. Em jî mirov in. Ev der welatê me ye. Çi îş û karê wan li vir heye, çima wan li vir bi cih dikin?"
Ji xelka Gundê Terana Jêrîn Fatma Kocamîr:
"Em ê her dem li vir bin. Li ser axa xwe bin. Jixwe hevalên me jî gotin. Em ji eware û koçberên natirsin, lê belê 27 hezar kesan li vir bi cih dikin. Gelo yên ku li vir tên bicihkirin, bi rastî koçberên Sûriyê ne, yan DAIŞ in. Çi ne, ne çi ne? Lewra tirs û fikarên me hene. Keçên me hene, gêncên me hene. Xelkê me yê Ewrûpayê ji ber vê wargehê îsal nexwastin bên vir."
Ji xelka Bajaroka Narliyê Ayşe Onen:
"Ez şerm dikim, bibêjim. Çinku em jin in. Gelo sibê dê çi were serê jinan? Dê çi were serê keç û bûkên me? Em ji van karan ditirsin. Em ji vê nerindî û nebaşiyê ditirsin. Pir û pir ditirsin. Herî zêde jî em ji vê yekê ditirsin."
Ji xelka Gundê Terana Jêrîn Hatîce Kabayel:
"Niha erd û eraziyên me ji destê me çûne. Niha em ketine wargehê, niha em bûne penaber."
Ji xelka Gundê Terana Jêrîn Meyrem Kabayel:
"Ti şûna me tune. Şûna me ya heyî ew bû. Ew der erd û eraziyê me ye. Wir gişt erdê me ye. Me ew der bi xwîna xwe çêkir. Niha wargeh anîne li wir çêkirine. We jî dît. Depoyên ava me vexwarinê li wir e. Wê sibero, jehrê bixin nav û me bikujin."
Ji xelka Gundê Terana Jêrîn Canik Taş:
“Em nizanin ku dê kê li vir bi cih bikin. Keko em nizanin dê li wê wargehê bi cih bikin. Wê dora wargeha 6-7 metirî bi dîwaran sûr bikin. Em çi bizanin, li pişt wan dîwaran çi dikin? Em nizanin ku çi tê de ye?”