PDK û Yekgirtû: Divê lihevkirin li ser pirsên niştimanî bibe

04-07-2015
RÛDAW
Barzanî-Mihemed Ferec
Barzanî-Mihemed Ferec
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tekez dikin ku, pêwîst e hemû pirsên niştimanî bi rêya lihevkirinê bên pesendkirin, di nav wan de jî pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê.


Îro şandeke PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî kirin û ligel sekreterê wê yê giştî Mihemed Ferec û endamên polîtburoyê civiya.


Piştî bidawîhatina civînê, Nêçîrvan Barzanî  di konferenseke rojnamevaniyê de ragehdan ku, wan ligel Yekgirtûya Îslamî pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û çend pirsên din ên çarenivîsaz gotûbêj kirine.


Navborî balkişande ser helwesta PDK û got: “Baweriya me bi prensîpa lihevkirinê heye. Desûra Kurdistanê ji bo yek kesî nayê nivîsandin, lê bo tevahiya pêkhateya ne, lewma divê berjewendiya hemû aliyan bê liberçavgirtin.”

Barzanî wiha got: “Divê em nas bikin ku çi destûrek ji bo gelê me baş e, ne ji bo kesekî be. Ji ber ku ew kes eger îro hebe dibe ku sibe nebe, lewma divê destûr di berjewendiya hemû aliyan de be.”


Ji aliyê xwe ve, Mihemed Ferec tekez kir ku, baweriya wan jî bi hebûna lihevkirinê di navbera aliyan de lis ser pirsên çarenivîsaz hebe û got: “Em dê civîneke 5 alî encam bidin û hemû hûrgiliyan bi zelalî rabighînin.”

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, şanda PDKê dê piştî civîna xwe ligel Yekgirtû, serdana Tevgera Goranê jî bike.

Şanda PDKê ji, Nêçîrvan Barzanî, Dr. Roj Nûrî Şawês, Azad Berwarî û Dilşad Şehab pêk tê. Biryar bû Mesrûr Barzanî jî di nava şandê de ba, lê ew ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûye eniya şer.

Ev demeke ku pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bûye rojeva parlamento û aliyên siyasî yên Kurdistanê. YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komeleya Îslamî pêşniyarqanûnek pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kirin û tê de daxwaz kirin ku serokê Herêma Kurdistanê her car bi rêya parlamentoyê were hilbijartin, lê PDKê û çend aliyên din wê yekê red dikin û dibêjin divê serok ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, yan jî lihevkirinek li ser vê mijarê pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst