Parlamenterên DEM Partiyê ji Rûdawê re axivîn: Em qeyûman qebûl nakin

04-06-2024
Nîşan Colemêrg Qeyûm Şaredarî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterên DEM Partiyê eşkere kir ku ew dê sepandina qeyûman qebûl nekin û dê çalakî, xwepêşandan û nobetên wan ên li Colemêrgê berdewam bikin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê hatibû desteserkirin.

DEM Partiyê, piştî van rûdanan li Colemêrgê dest bi rêzeçalakiyan kir.

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Uysal gelek siyasetmedaran li ber avahiya şaredariyan nobet girt.

Mehmet Zekî Îrmez, beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û behsa bername û çalakiyên DEM Partiyê kir.

Îrmez da zanîn ku dê îro li Colemêrgê û gelek bajarên din ên bakurê welêt çalakî bên lidarxistin.

“Dixwazin polîtîkaya xespkirina îredeya Kurdan berdewam bike”

Zekî Îrmez da zanîn ku qeyûm xespkirina îradeya gel e û wiha got:

“Em li cem xelkê xwe ne, em wê xespkirina îradeya gelê Kurd nas nakin. Me li ber deriyê şaredariyê nobet girt.

AKP û MHP dixwazin îradeya gelê Kurd tune bikin û dixwazin polîtîkayên asîmîlekirinê bidomînin.

Em wê polîtîkayên qebûl nakin û dê berxwedana me berdewam bike.

Hevserokên partiya me jî dê bên Colemêrgê.

Nûnerên CHPyê û Partiya Yenîden Refahê û Baroyên Bakurê Kurdistanê jî dê werin Colemêrgê.

Baroyên Kurdisanê dê li pêş avahiya Dadgeha Colemêrgê daxuyaniyekê çapemeniyê li dar bixin.

AKP û MHP ev 2 serdem in demokrasiyê didin alî û îradeya miletê Kurd xesp dikin.

Ev ne çareserî ye, ev dijberiya demokrasiyê ye.

Heta ku ji destê me bê em dê demokrasiyê bi pêş bixin.

Rêxistinên partiyên me dê çalakiyên xwe li bajarên din ên Kurdistanê jî berdewam bikin. “

“Li Colemêrgê rewşa awarte heye”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî beşdarî bernameya Rûdawê bû.

Newroz Uysalê behsa rewşa ewlehiyê ya li Colemêrgê kir û wiha got:

“Wekî parlamenter em li cem miletê xwe ne.

Polîsên biunîforma û yên bi cilên sivîl tevahiya bajar dorpêç kiriye, avahiya şaredariyê hatiye dorpêçkirin.

Hêzên ewlehiyê nahêlin karmendên şaredariyê jî biçin nava şaredariyê.

Ji aliyê hiqûqî vê ti metirsî li ser ti şaredariyên me nîne. Li gorî kêfa xwe ew dixwazin û qeyûman tayîn dikin.

Me ji aliyê yasayî li hemberî tayînkirina qeyûm doz vekiriye. Diyar nîne bê ka ew doz dê kengî bi dawî bibe.

 Hevserokê Şaredariya me ji ber dozeke beriya bi 10 salan hatiye desteserkirin, dozeke kevin li ser wî heye.

Sibehê rûniştina wê dozê heye. Belkî sibehê ji ber wê dozê beraet jî bike.

Dozeke din jî heye biryara sînordarkirinê li ser wê dozê heye. Parêzerên hevserokê şaredariya me pê re hevdîtin kiriye.

Em daxwaz dikin yekser hevserokê şaredariya me were berdan.

Li gorî yasayê eger tiştek hebe, dê meclîsa şaredariyê kesekî hilbijêre.

Destûr û yasa tên binpêkirin, çawa dixwazin wisa hareket dikin.

Wekî min got aniha nahêlin endamên meclîsa şaredariyê jî biçin şaredariyê.

Hêzên ewlehiyê nobeta me ya rûniştinê jî dorpêç kiriye û nahêlin ti kes were piştgiriyê bide me. Hêzên ewlehiyê li bajêr rewşeke awarte ava kiriye.”

Çi bûbû?

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 11 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Heta niha li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst