Li Cizîrê ket çem, termê wê li Dêrikê hat dîtin

04-06-2024
Nîşan Çemê Dîcleyê Term Cizîr Dêrika Hemko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê keça 16 salî ya ku li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê di çemê Dîcleyê de winda bûbû li Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê hat dîtin.

Rêveberiya AFADê ya Şirnexê daxuyand ku roja 29ê Gulanê demjimêr 05:10an keça 16 salî ya bi navê S. S. B. li nêzîkî Birca Belek ketiye çemê Dîcleyê û ji wê demê ve lê digeriyan.

AFADê diyar kir kur doh li devera Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê termê keçekê di Çemê Dîcleyê de hatiye dîtin.

Li gorî daxuyaniyê, malbata keça winda piştrast kiriye ku ew term ê keça wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst