TAYÎNKIRINA QEYÛM - ‘Dewleta Tirkiyeyê 100 sal in îradeya gelê Kurd qebûl nake’
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ragihand, “Dewleta Tirkiyeyê 100 sal in îradeya gelê Kurd qebûl nake.”
Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.
Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.
Tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê doh û îro jî li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Tevî qedexeya çalakiyan parlamenterên DEM Partiyê û siyasetmedarên Kurd li meydanê ne û li gel xelkê bajêr biryarê protesto dikin.
🔴DEM Partî li Colemêrgê tayînkirina qeyûm protesto dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 4, 2024
🔴“Em vê zilma dewletê qebûl nakin”
🔴Bajar ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatiye dorpêçkirin
Nûçegihanê Rûdawê Şevket Herkî ji Colemêrgê zanyariyan dide pic.twitter.com/h1jFOSTIN1
Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir ku ji bo piştevaniyê li Colemêgê li ser vê mijarê axivî.
Keskîn Bayindir got:
“Sed sal in li hemberî gelê Kurd ji dadgehên Îstîklalê heta niha desthilatdar û dewleta Tirkiyeyê îradeya gelê Kurd qebûl nake.”
Li bajêr tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine wergirtin û carna alozî jî çêdibin û xwepêşander tên desteserkirin.
🔴Li #Colemêrg`ê polîsan êrişî xwepêşandaran kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 4, 2024
🔴Hinek kes birîndar bûn û herwiha hinek kes jî hatin desteserkirin
🔴Li Colemêrgê li dijî tayînkirina #qeyûm çalakî berdewam dikin
Nûçegihanê Rûdawê Şevket Herkî zanyariyên herî nû dide pic.twitter.com/YERL50mLK8
“Em biryara xespkirina îradeya gelê Colemêrgê qebûl nakin”
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onur Duşunmez jî got:
“Em biryara xespkirina îradeya gelê Colemêrgê qebûl nakin.
Em dê li ser berxwedana xwe berdewam bikin.”