DÎLOK – Di konteynera çopê de termê jinekê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di konteynera gilêşê de termê jinekê hat dîtin.

Piştî xeber hat dayîn ku di konteynera gilêşê de termê jinekê heye gelek tîmên polîsan çûn cihê bûyerê.

Polîsan di konteynera çopê de term dît û tê texmînkirin ku temenê wê jinê derdora 25 salan bûye.

Hat destnîşankirin ku derba kerê li ser laşê wê heye û xebatên tesbîtkirina nasnameya wê dest pê kiriye.

Polîsan kamerayên ewlehiyê kontrol kirin û wan li maleke ku 30 metreyî nêzîkî wê konteynera gilêşê ye dest bi lêkolînan kir.