Artêşa Iraqê li Kerkûkê dixwaze dest dane ser zeviyên Kurd û Tirkmenan

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nivîsekê, ku kopiyek jê gihîştiye dest Tora Medyayî ya Rûdawê, Fermandariya Firqeya 11an a Artêşa Iraqê di 29ê Gulanê de bi nivîseke fermî daxwaz li Rêveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê kiriye, dest bi cudakirina zeviyên kertên 23 a Dîbeg Tepe û 24a Topizava yên li başûrê Kerkûkê bikin ji bo artêşê. Li hember wê yekê cotkarên Kurd û Tirkmen ku zevî yên wan in, dest bi xwepêşandan û kombûnên nerazîbûnê kirine.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li ser nivîsa Fermandeya Firqeya 11 ya Artêşa Iraqê, Rêvebeirya Çandiniyê ya Kerkûkê ji Odeya Çandiniyê ya Yayçî re nivîsek şandiye û têde daxwaz kiriye ku dest bi pîvandina rûberê wan zeviyan bikin.

Armanc ji vê biryarê ew e ku ew zevî bibin serbazgeh û li beşekî din ji wan zeviyan jî ji bo serbaz û efserên Artêşa Iraqê xanî lê bêne avakirin.

Cotkarê Kurd Fereydûn Nasih ku nekariye beşek ji berhemên xwe berhev bike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Artêşê ji wan re ragihandiye ku ew zevî girêdayî Wezareta Berevaniyê ne û hûn binpêker in. Me got ku axa bav û bapîrên me ye û tapoyên me hene.”

Fermandariya Firqeya 11an a Artêşa Iraqê roja 29ê Gulanê daxwaz ji Rêvebeirya Çandiniyê ya Kerkûkê kiriye, sînorê zeviyên kertên 23 a Dîbeg Tepe û 24 a Topizava diyar bike. Rûberê wan zeviyan nêzîkî 13 hezar donim e û piraniya zeviyan ên welatiyên Kurd in, lê beşek ji wan zeviyan jî yên Tirkmenan in.

Ew zevî yên navçeyên Topizava, Yayçî, Tirkelan, Tishîna Kevn, Dîbeg Tepe, Gombitler û çend gund û nahiyeyên din li xwe digirin.

Biryara Artêşa Iraqê di demekê de ye ku ew zevî dikevin navçeya madeya 140 a destûrê û li gorî madeya 140 jî nabe ti destkarî di wan zeviyan de bê kirin heta ew pirs yekalî bibe.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê derbarê wan zeviyan de dixwaze kar bi biryara hikûmeta Iraqê ya sala 1975an bike. Di dema rejîma Beis de, Wezareta Berevaniya Iraqê li Kerkûkê dest danîbû ser nêzîkî 135 hezar donim zeviyên Kurd û Tirkmenan.

Cotkarê Tirkmen ê ji gundê Turklan Îbrahîm El-Hermzî têkildarî mijarê ji Rûdawê re diyar kir, hêzên artêşê derdora wan dorpêç kirine û pirsî: “Ma em li Filistînê ne?”

Di berdewamiya axaftina xwe de wî cotkarê Tirkmen got, ew daxwaza mafên xwe dikin û bang li parlamento û hikûmetê kir ku piştgiriya welatiyan bikin.

Di heman demê de cotkarê Kurd, Nazim Topizavayî jî amaje bi wê yekê kir ku ew zevî berê ji Kurdên Şîe û Tirkmenan hatine dizîn û got: “Ew dixwazin Kurd û Tirkmenan li herêmê nehêlin.”

Piştî ku parlamenterên Kerkûkê derbarê pirsgirêkê de ligel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqî Sabit el-Ebasî civiyan, artêş bi awayekî demkî ji zeviyên cotkaran vekişiya û biryar e cotkar ji nû ve dest bi dirûna berhemên xwe bikin.

Parlamentera Kurd a Kerkûkê, Necwa Kakeyî ji Rûdawê re ragihand, “Me karî otomobîlên Hummer paşde vekişînin û artêşê vegerînin cihên xwe daku cotkar karê xwe bikin.”

Necwa Kakeyî tekez kir, “Emê hebûna hummer û leşkeran li cihekî sivîl lê dijîn qebûl nekin.”