Li Xarpêtê di kana madenê de karkerek mir û 1 jî birîndar bû

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Kana Madenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pali ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ve di kana madenê de piştî teqînê beşek kanê hilweşiya û di encam de 2 karker asê mane.

Li gor agahiyan îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li navçeya Pali ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ve di kana madenê de ku ji aliyê kompanyayeke taybet ve tê şixûlandin piştî teqînê beşek kanê hilweşiyaye û di karker di bin de mane.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, cenderme û tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û dest bi karê rizgarkirina karkeran kirine.

Di encama kar û xebatê de termê Remzi Tahtaci hatiye derxistin û karkerê din jî bi awayekî birîndar hatiye rizgarkirin û bo Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê hatiye veguhestin.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û karkerek bi îdîaya ku di bûyerê de xemsariya wî çêbûye hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst