Neviyê Şêx Seîd ji AK Partiyê, yê Hesen Xeyrî Beg ji CHPê bûn parlamenter

Hewlêr (Rûdaw) - Neviyê Şêx Seîd, Abdurrahîm Firat ji AK Partiyê wek parlamenterê Erzeromê û yê Hesen Xeyrî, Muhîp Kanko jî ji CHPê wek parlamenterê Kocaeliyê hatin hilbijartin.

Neviyê Şêx Seîd û neviyê Parlamenterê Dêrsimê Hesen Hayrî Beg (Kanko) ê ku bi hinceta piştgirîdayîna serhildanê hatibû bidarvekirin, ji partiyên cuda ketin parlamentoya Tirkiyê.

Şêx Seîd piştî serhildanê di sala 1925an de ji aliyê Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqê ve hat darizandin û piştre hat bidarvekirin.

Di nava kesên ku bi Şêx Seîd re hatibûn darvekirin de Hesen Xeyrî Beg jî hebû ku di Parlamentoya 1em a Tirkiyê de parlamenterê Dêrsimê bû. Hesen Xeyrî Beg ku serbazekî berê bû bi hinceta "alîkarîkirina serhildêran" hatibû tawanbarkirin.

Li gor nûçeya Cîhat Arpacik a Independent Tirkî, neviyên Şêx Seîd û Hesen Xeyrî Beg ji partiyên cuda wek parlamenterê heyama 28emîn hatin hilbijartin.

Abdurrahîm Firat

Abdurrahîm Firat hem ji aliyê dê û hem jî ji aliyê bavê ve neviyê Şêx Seîd ê nifşê sêyem e. Firat ku hiqûqnas e li Erzeroma Bakurê Kurdistanê kesayetekî navdar e. Ji malbata Şêx Seîd berê jî navên cuda bûne parlamenter.

24 sal piştî Abdulmelik Firat û Mehmet Fuat Firat ku navên navdar ên siyaseta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ne, Abdurrahîm Firat bû sêyemîn kesê ku ji malbata Şêx Seîd dikeve parlamentoya Tirkiyê.

Muhîp Kanko

Muhîp Kanko neviyê Parlamenterê Dêrsimê Hesen Xeyrî Beg ê ku bi hinceta piştgirî daye serhildana Şêx Seîd hatibû bidarvekirin, ji CHPê wek parlamenterê Kocaeliyê hat hilbijartin.

Profesorê bijîşkiyê, Parlamenterê CHP'ê yê Kocaeliyê Muhîp Kanko jî di hilbijartinên 2018an de ji CHP'ê bûb berbijlr, lê nehatibû hilbijartin.