Ji Amerîkayê bo HSDê planeke nû

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hêzên Senadîd HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku artêşa Amerîkayê hewl dide ji bo ku Hêzên Senadîd ên di bin sîwana HSDê de ku li ser xeta sînorê Iraq-Urdunê piştgiriya wan dike û Artêşa Azad a Sûriyeyê bi awayekî koordîne bi hev re bixebitin.

Li gorî çavkaniyên herêmî şandeke pilebilinda a Artêşa Amerîkayê roja Înê li bajarokê Til Koçer ê navçeya Dêrikê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistenê bi Serokê Hêzên Senadîd Bender Hemîdî Dehham re hevdîtinek pêk anî. Hêzen Senadîd hêzeke ku ji Erebên Sune pêk tê û li ser xeta sînorî ya Iraq-Urdun li axa Sûriyeyê di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de tevdigerin.

Li gorî zanyariyan civîna fermandarên Amerîkayê ya bi hêzên Senadîd re nêzî 1.5 saetan berdewam kiriye.

Hat îdiakirin ku di civînê de fermandarên Amerîkî ji Hêzên Senadîd xwestine ku li herêma Tanîf a ku li xaçerêya sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê ye, bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re tevbigerin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku fermandarên Amerîkî di mijarên wek koordinasyona di navbera herdu pêkhateyan de, tedbîrên li dijî komên çekdar ên biyanî yên ku Îran piştgiriya wan dike û parastina ewlehiya sînor de daxwaz ji wan kiriye.

Di sala 2021an de Artêşa Amerîkayê ku hêzeke sînor a ji bi hezaran pêkhateyên Ereb ên di nava HSDê de ava kir, Hêzên Senadîd li ser xeta Hesekê bi cih kiribû.

Artêşa Azad a Sûriyê

Artêşa Azad a Sûriyeyê ku xwe weke komeke çekdar a li dijî rejîmê pênase dike, bi piştgiriya Amerîkayê li herêma Tanif a li ser sînorê Sûriye-Urdunê çalak e. Artêşa Azad a Sûriyeyê ji leşkerê Amerîkî çek û perwerdehiyê distîne.

Artêşa Azad a Sûriyê ji sedan çekdarên sivîl û efserên ku ji hêzên rejîma Sûriyê veqetîyane û li dijî rejîmê şer dikin pêk tê. koma ku ji ber ezmûna leşkerî û personelên ku di salên berê de bi dest xistine perwerdehiyeke giran derbas kiribûn, piştî guherîna ku di Cotmeha sala 2022an de di bin serkêşiya "Hevpeymaniya Navdewletî" de pêk hat, zêdetir bûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hevahengiya di navbera her du pêkhateyan de ji bo tedbîrên li dijî komên çekdar ên biyanî yên ku Îran piştgiriya wan dike û "temînkirina ewlehiya sînor" tê xwestin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka daxwaz kir ku artêşa "Mexawîr el-Tewra" (Komandoyên Şoreşger) bibe Artêşa Azad a Sûriyê.

Navê artêşa “Mexawîr el-Tewra” (Komandoyên Şoreşê) di 4ê Sibatê de bû Artêşa Azad a Sûriyê û Ferîd Husam El Qasim weke serokê wê hate destnîşankirin.

Li Dêre Zorê mûşekên HIMARS hatin danîn

Vê hefteyê Artêşa Amerîkayê baregehên xwe yên li zeviyên petrolê yên li parêzgeha Dêrezorê, ku gelek caran dibe armanca komên çekdar ên ku îran piştevaniya dike, bi sîstema mûşekên HIMARS bihêz kir.

Di van demên dawî de baregehên Amerîkayê yên li navendên petrol û gazê yên li parêzgehên Dêrezor û Hesekê hene ji herêmên ku komên Îran piştgiriya wan dike gelek caran rastî êrîşan tên. Baregeha Amerîkayê ya li herêma Tanifê jî bi dronan tê hedefgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst