Çekdaran pîrejineke 70 salî li Efrînî kuştin

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava Qedriya Ebdulrehman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê - Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, pîrejina Kurd a 70 salî Qedriya Ebdulrehman ji aliyê çekdarên grûpeke ser bi Tirkiyê ve hatiye kuştin.

Ibrahîm Şêxo got, Qedriya Ebdulrehman a 70 salî ku wek Diya Cemîl Îbiş tê naskirin, demjimêr 20:00ê êvara roja Şemiyê 03ê Hezîranê bi guleyeke çekdarên grûpa Sultan Mihemed El-Fatih li Taxa Mîirata ya bajarê Efrînê birîndar bûye.

Bi gotina Ibrahîm Şêxo, ew pîrejin bo Nexweşxaneya Afrînê ku niha navê wê bûye Nexweşxaneya Şîfa hate veguhestin, lê ji ber giraniya birînan canê xwe jidest da.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye dibêje, dema ew pîrejina Kurd vedigeriya mala xwe, kujer wê pîrejinê bi demançeya bêdeng dikuje.

Qedriya Ebdulrehman hevjîna Mihemed Îbiş e û kurê wê Cemîl Îbiş muxtarê gundê Kanî Gewrikê yê ser bi nahyeya Cindirêsê ve ye.

Herêma Efrînê ji bihara sala 2018an ve di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

Ji sala 2018yan ve bûyerên kuştina welatiyên sivîl li Herêma Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst