Gundekî Silêmaniyê bi dronan hat bombebarankirin; birîndar hene

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Mawet Bombebaran Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gundê Gelale yê nahyeya Mawet a Silêmaniyê bi dronan hate bombebarankirin, di encama bombebarana dronan de 2 kes birîndar bûn.

Nûçegîhanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ragihand, êrîşeke asmanî li ser gundê Gelaleyê hatiye kirin lê cihê ku hatiye bombebarankirin li derveyî gund e.

Li gorî agahiyên ku ji wî gundî gihîştine ber destê Nûçegîhanê Rûdawê, di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûne ku ne sivîl û şêniyê wî gundî ne.

Berpirsê Tendirustiyê ya Mawetê ji Rûdawê re ragihandin ku heta niha ti birîndar ji bo nexweşxaneyê nehatine veguhestin.

Li gorî agahiyan 2 roj in dron û firoke li ser wê herêmê digerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst