Alî Yerlîkaya yê ku hat şûna Soylu daxuyaniya xwe ya ewil da

Hewlêr (Rûdaw) - Alî Yerlîkaya bi merasîmekê erkê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji Suleyman Soylu wergirt û got “Referansa me ya bingehîn hiqûq û mafên mirov e û ji vê yekê dê tawîz neyê dayîn.”

Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an bi merasîmekê erkê xwe radestî Alî Yerlîkaya kir ku di kabîneya nû de wek Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hatiye diyarkirin.

Yerlîkaya amaje bi wê yekê da ku dê li ser esasê hiqûqê û mafên mirov kar û xebatên xwe birêve bibin û sedema hebûna wan parastina aramiya 85 milyon welatiyên Tirkiyê ye.

Alî Yerlîkaya wiha axivî “Li her cihekî ku ala me bilind dibe aramî û ewlekariya 85 milyon mirovên me û parastina biratiya bihêz û yekîtiya welatê me ku nayê perçekirin sedema hebûna me ye. Her şexseke miletê me emanetê me ye. Em di bin fermana miletê xwe de ne. Em di zanebûna erk û berpirsiyartiyê xwe de ne. Referansa me ya bingehîn hiqûq û mafên mirov e û qet ji vê yekê dê tawîz neyê dan. Wek Wezareta Navxwe em malbateke mezin û bihêz in. Têkoşîna me ya dijî tawanên terorê, yên siberê, maddeyên hişber, koçberbûna neyasayî û dijî hemû tawan û tawanbaran dê bi biryarbûneke mezin berdewam bike. Hemû birînên xwe yên li herêma erdhejê em dê bi  hevre bipêçin. Dema em vê yekê bikin jî armanca me tenê rizaya Xwedê ye.”