Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê yê wendayî li Hewlêrê hat dîtin

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Asayişa Hewlêrê Rojava Kobanî Mihemed Ehmed Hacî Cuman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî Kurd ê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku du roj bûn li Hewlêrê wenda bûbû, ji aliyê hêzên Asayişê ve hat dîtin û dê îro radestî malabta wî bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê berê nûçeya wendabûna kurdekî ji Kobaniyê yê bi navê Mihemed Ehmed Hacî Cuman ku li Hewlêrê wenda bûnû, belav kiribû.

Mihemed Ehmed nexweş e û nexweşiya Alzheimer pê re heye û roja Înê 2ê Hezîranê ve li bajarê Hewlêrê wenda bûbû. Malbata wî bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariyê ji xelkê kiribû.

Ew welatiyê ji Kobaniyê piştî wendabûna wî bi du rojan li bajarê Hewlêrê hat dîtin.

Bavê Mihemed, Ehmed Hacî Cuman ji Rûdawê re got, êvara Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an ji Asayişa Hewlêrê bi rêya telefonê peywendî bi wan kirine û ji wan re gotine ku Mihemed hatiye dîtin.

Bavê Mihemed diyar kir, ew dê roja Yekşemê kurê xwe ji Asayişa Hewlêrê werbigrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst