Ji bo 27 parêzgehan hişyariya barana zêde hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ragihand ku li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li 24 parêzgehên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî a Tirkiyê îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li parêzgehên Mereş, Qers û Erzeromê dê baraneke zêde bibare hişyarî hatiye dayîn ku dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li piraniya herêmên Tirkiyê jî bo dema hefteyekê dê baran bibare û li parêzgehên wek Sakarya, Kayseri, Kirşehir, Nevşehir, Amasya, Tokat û Çorumê jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn.

Tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 2 heta 6 pileyan zêde bibe û li çend herêman jî ba û bahoz çêbibe.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku di meha Hezîranê de jî li seranserê Tirkiyê barîna baranê berdewam be.